Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
71em Festîvala Fîlman a Berlînê (Berlinale) îsal ji ber şewba koronayê ji du beşan pêk were ku ya online dest pê kiriye.
Beşa yekem heta 5ê Adarê wê bi rê ve biçe û di vî beşî de nûnerên sektora sînemayê wê bi awayekî online li fîlman temaşe bikin.
Ji ber Covid-19ê wê îsal civînên çapemeniyê, bernameyên xaliya sor pêk neyên. Îsal 15 fîlm ji bo xelata “Hirçê Zêrîn” ketine pêşbirkê û xelatgir wê 5ê Adarê were aşkerekirin.
Beşa duyem a festîvalê wê di navbera 9 û 20ê Hezîranê de pêk were. Di vî beşî de wê sînemahez bikaribin li fîlman temaşe bikin. Her weha di vê demê de wê xelatên “Hirçê Zêrîn” û “Hirçê Zîvî” wê bidin xelatgiran.
Îsal wê ji 59 welatan 166 fîlm werin nîşandan. Di beşa “Panaroma”yê de wê filmê Ferit Karahanî yê bi navê “Okul Tıraşı” jî were nîşandan.
Ji ber Covid-19ê li Almanyayê salonên sînemayê ev 4 meh in ku girtî ne. (AO/FD)