Hejmara 11em a Kovara Zrîngê derketiye. Kovarê 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê û polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina zimanê kurdî kiriye mijara berga xwe.
Kovar bi berga ku ji aliyê xêzkara jin Rûşen Sarili berga kovarê amadekiriye ku bal kişandiye ser 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê û polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina zimanê kurdî.
Di vê hejmarê de nivîskar û xêzkarên wek Azad Kûtî, Rûşen Sarili, Eşref Mumcu, Şêx Zubêr, Erceren Akbayir, Kubîlay Odabaş, Ikram Balekanî, Mehmet Erbey, Mustava Yaman , Ozgur Amed, Eliyê Xemxwir, Ûsiv Mele, Mem Aliyê Kamûr, Hebûn, Michael Erdman, Ercan Altûntaş û Îsa Bal bi xêz û nivîsên xwe û mijarên ku civaka kurd eleqedar dike derxistine pêş. Her weha bi mîzah û îroniyan ji rewşa polîtîk, aborî, ziman, zext û tundiya bi taybetî li ser kurdan û giştî ya civakê vegotine.
Kovar ê ji bo eleqeya li çand, ziman û wêjaya kurdî cih daye pêșbirkekê. Dîsa ji bo nasandina navdarên kurd bi xêzên Ercan Altûntaş cih daye portreyên navdarên kurd.
Di vê hejmarê de jî portreya Hejar Mukriyanî heye.(AY)