Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yek ji organîzasyonên herî girîng yên sînemayê Festîvala Fîlman a Cannesê ji ber koronavirusê hatiye bipaşxistin.
Li gorî zanyariya ku li malpera fermî ya festîvalê de hatiye belavkirin, 74em Festîvala Cannesê wî di navbera 11 û 22yê Gulanê de li Fransayê pêk bihata. Festîval ji ber koronavîrusê ji bo 6-17ê Tîrmehê hatiye bipaşxistin.
Festîvala Fîlman a Cannesê sala par jî ji ber koronavîrusê pêk nehatibû. Ji dêlva vê de lîsteya 56 fîlmên ku hatibûn hibijartin, weşandibûn.(TP/AY)