Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
32yem Festîvala Fîlman a Enqereyê wê di navbera 4 û 12ê Kanûna Paşiyê de li Sînemaya Kizilay Buyulu Fenerê pêk were. Weqfa Lêkolînên Ragihandina Civakî ya Cîhanî bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê vê festîvalê li dar dixe.
Ji bo afîşê wê pêşbirkek bê çêkirin ku xwendekarên dîzaynê û hunermend wê bikaribin beşdar bibin.
Serlêdanên ji bo Piştgiriya Bipêşxistina Projeyan û Pêşbirka Netewî ya Festîvalê wê 1ê Adarê dest pê bikin.
Galaya Enqereyê ya filmên di 2020 û 2021ê de hatine kişandin û beşdarî pêşbirkên festîvalê bûne wê her weha di rojên festîvalê de bi rê ve biçin.
“Piştgiriya Bipêşxistina Projeyan” a ji bo projeyên nû yên sînemaya Tirkiyeyê derxe holê wê piştgiriya darayî bide sînemegerên ku filmên xwe yên yekem an jî duyem dikişînin.
Di festîvalê de her weha di beşa “Sînemaya Cîhanê”, ya “Ji Festîvalan” û ya “Ji bo Bîranîna wê/î” de wê filmên curbecur werin nîşandan.
Ji bo zanyariyên zêdetir û serîlêdanê hûn dikarin malpera "filmfestankara.org.tr" bişopînin. (AO/FD)