Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wêjegeh Amed wê "Kargeha Bîrê" li dar bixe. Kargeh wê dewama bernameya “Bîra Hevpar” be ku bi sernavê "Bellek Bakiyesine Yeniden Bakmak: Hafıza-i beşer nisyan ile malül müdür?” û bi awayê online dihate pêkanîn.
Kargeh wê di navbera 5 û 26ê Kanûna Pêşiyê de pêk were. Doç. Dr. Derya Firat wê kargehê birêve bibe ku wê ji çar rûniştinên ji hefteyê carekê pêk were.
Beşdar, divê gotarên ji hêla reveber ve hatine şandin, bixwînin û bi rêk û pêk tev li rûniştinên kargehê bibin. Ji bo ku nîqaş bi sûdewar bên kirin hejmara beşdaran bi 15 kesan hatiye sînorkirin. Dê ji beşdarên berendam di pêvajoya serîlêdanê de nameyeke motîvasyonê ya ku ji 500 peyvan pêk tê ya ku wê beşdar tê de ravekirina bê “Çima bala wan li ser meseleya Bîrê ye, serpahatîya wan ya pîşeyî çi ye? Azmûna wan ya takekesî ya di vî warî de çawa ye?” dikin, bê xwestin.
Dema ku hejmara berendaman ji 15 kesan derbas bibe dê hilbijartina beşdaran li gorî nameya motîvasyonê bê kirin.
Kesên ku bixwazin beşdar bibin dikarin heta 30ê Çiriya Paşiyê ya 2020an serîlêdana xwe bikin. Kargeh, bi hevkarîya Enstîtuya Goethe tê li darxistin.
Ji bo serîlêdanê û agahîyên berfireh hûn dikarin serî li navnîşana www.lisyayınevi.com bidin. (FD)