Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Viyanayê, paytexta Awistiryayê di navbera 20 û 30ê Îlona 2020an de wê bi navê “Çanda Kurdî” bernameyek pêk were. Vienna Institute for International Dialouge and Cooperation (VIDC) û Kulturen in Bewegung vê bernameyê li dar dixin.
“Çanda Kurdî” yek ji wan bernameyan e ku ve her du sazî di bin navê “Culture X Change” ango “Çand û Guhertinê” de pêk tînin.
Horst Watzl, Sakina Teyna, Salah Ammo, Nurdane Turkmen û Michael Fanizadeh kuratorên bernameyê ne.
Sakîne Teynayê armanc û girîngiya bernameyê bi van gotinan ji bianetê re diyar kir:
"Bi rêya van bernameyan em dikarin çanda xwe bidin naskirin"
“Kurd vê bernamê çênakin. Saziyên girîng ên Viyanayê çêdikin. Bi vê rêyê wê çanda me derbasî xelkê Avistiryayê bibe. Dema em çalakiyên xwe çêdikin em di nava xwe de dimînin. Lê dema ew çêdikin hinekî der û dorên em nikarin bigihêjin wan, bi vî awayî em bi rehetî digihêjin wan. Û gohdarvanên cida, yan jî şopînerên cida tên van çalakiyan.
“Em weke jinên kurd di nava bernameyê de cihekî giring digirin. Em kuratoraya bernameyê dikin, bi awayê muzîkal li ser sahneye ne.
“Ev nêrînên oryantalist hene, tenê dixwazin me di nav çarçoveyên klasîk de bibînin. Em dixwazin vê biguherînin. Wê bibînin ku muzîka kurdî gelekî rengîn e. Dewlemendiya çanda me em dikarin nîşanî xelkê bikin.
“Ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji her zaravayî wê hunermend hebin. Wê ev jî dewlemendiya çanda me nîşan bide. Derfetê dide me ku em bi mirovên Ewropî re li ser kêşeya kurdî li kulîsan biaxivin. Ji xwe li çalakiyan derbarê gelek tiştan de diaxivin. Wexta em stranan dibêjin jî em çîrokên stranan ji wan re dibêjin. Lê malûmatan derbarê rewşa polîtîk a kurdan de zanyariyan bidin xelkê.”
Bername diviyabû di Nîsanê de pêk bihata, lê ji ber rewşa vîrusa Covid-19ê hatiye taloqkirin. Her weha wê Dengbêj Xalîde ji Stenbolê beşdarî bernameyê biba, lê ji ber heman sedemê beşdariya wê pêk nehatiye.
Bername wê 20ê Îlonê saet di 19.30 deqîqeyan de bi “Şevbihêrkê” ango bi rêzekonsertan dest pê bike. Di vê şevê de wê Mizgîn, Kurdophone, Sakina & Friends tevlî Ozlem Bulutê, Scharmien Zandî Solo, Salah Ammo Trio tevlî Hamîdreza Ojaghî, Baba Ogul – Davul Zurna/Musicians from Dersim & Scharmien Zandî stranan pêşkêş bikin. Navnîşana ku ev bername wê lê pêk were wiha ye: bername wê li Porgy & Bess, Riemergasse 11, 1010
Performansa stran û teatral wê pêk were
Di 25ê Îlonê de vê carê wê bername bi nîşandaneke performansa deng û teatral berdewam bike. Ev bername jî wê saet di 19.30 deqîqeyan de û li navnîşana Gentzgasse 62 Viyana 1180yê pêk were.
Lalish Theaterlabor di vê performansê de wê muzîka kurdî ya li gel hereketên teatral pêşkêş bike. Lalihs Theaterlabor ku ev 20 sal in li Awistiryayê xebatên şanoyê dike, wê bi vê bernameyê re 20 saliya xwe jî pîroz bike.
Shamal Amîn lêkolîner e û derhêneriyê ji projeyê re dike. Nîgar Hasîb wê bi deng û performansa xwe, Pooneh Mojtaba jî bi performansa xwe beşdarî xebatê bibe.
Pirtûka Bextiyar Eliyî wê were xwendin
Di 28ê Îlonê saet di 19.00ê de wê li Pirtûkxaneya Navendî ya Viyanayê bernameya bi navê “Bextiyar Elî: Êvara Perwaneyê” bi rê ve biçe. Di vê bernameyê de wê nivîskar û lîstikvan Zeynep Bûyraç beşek ji romana Eliyî ya li Iraqê hatiye qedexekirin bi almanî bixwûne. Ani Gulgun-Mayr rojnameger wê moderasyona bernameyê bike. Her weha Sakina Teyna û Salah Cephane jî wê bi muzîkên xwe beşdar bibin.
Bername wê bi çîrok û muzîkê bidawî bibe
Bernameya navborî wê 30ê Îlonê bi xwendina çîroka Şahmaranê û çîrokên din, nîşandana performansê û muzîkê bidawî bibe. Ev bername wê saet di 19.00ê de li Muzexaneya Folklorê pêk were. Nurdane Turkmenê sêwirandin û hilbijartina naverokê kiriye, Yashar Adibdoost û Rastin Linus Rastegar bi muzîkên xwe wê beşdar bibin û Leyla Baglar, Evrîm Yilmaz û Jahonnes Sengelin jî wê biaxivin. (FD)