Fotograf: Murat Bayram
Lawje bi projeyek nû ya bi navê “Lawjeyên Evîniyê” ku hemû ji stranên klasîkên kurd pêk tê dê li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar bixe û derkeve pêşberî guhdarvanan.
Wê di konseran da straneke Seîd Yûsivî jî bistrên
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Lawje dê di van konsertan de stranek surprîz a Seîd Yûsivî yê di 26ê sibatê de koça dawî kir jî bistire. Solîstê Lawjeyê, Alî Tekbaşî destnîşan kiriye ku ew stranek Seîd Yûsivî jî li “Lawjeyên Evîniyê” zêde dikin û dê di van konseran de bêjin.
Bixwîne - Lawje wê "Evîniya Welêt" bistirê
Bi organîzasyona Amîdart, Leylan Pirtûk a Mêrdînê û Yenîsahne ya Êlihê, Lawje wê di projeyê de stranên Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî, Ebdihwahid Zaxoyî, Tehsîn Taha, Meryemxan, Susika Simo, Rênçber Ezîz, Hesen Zîrek, Hozan Serhat, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Mihemed Taha Akreyî û Hesen Şerifî bistirên.
“Lawjeyên Evîniyê” konsepteke nû ye
Hunermend Alî Tekbaşî derbarê projeya ku bi navê “Lawjeyên Evîniyê” da ji bianettê re gotibû: “Lawjeyên Evîniyê” projeyek nû ye. Lawje stranên gelêrî berhev dike. Ên winda dibin derdixe û wan nûjen dike û careke din belav dike. Daxwaza me ew bû ku stranên eviniyê bi selîqiya Lawjeyê careke din bibêjin. Stranên giran in, atmosferên wan cida ye. Ne wekî performansa Lawjeyê ye. Em çar kesin û wê muzîkake rehet be. Guhdarvan wê şeveka klasîk derbas bikin.”
Daxwaza Tekbaşî ji muzîk hezan
Tekbaşî destnîşan kirîye ku helbet formata stranên lawje, dîlan, evîn, coş û her wekî din cûreyên stranên e û lê wan xwestiye niha bi konseptek klasîkên kurdî derkevin ser dikê. Tekbaşî daye zanîn ku ew ji hemû muzîkhezan dixwazin ku bila ew hestên stranên berê carek din di nava dilê xwe de bijîn û xwest hemû muzîkhez beşdarî konserên wan bibin.
Konsera li Amedê di 12ê Adarê de li Otela Demîr a li navçeya Sûrê ya Amedê wê bê lidarxistin.
Konsera li Mêrdînê jî di 13ê adarê de li salona AKMyê ya Zanîngeha Artûklûyê wê pêk were.
Lawje dê di 14ê adarê de li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekînî ya Şaredariya Êlihê derkeve pêşberî muzîkhezan.
Hêjayî gotinê ye ku Lawje konsera ewilî ya “Lawjeyên Evîniyê” di meha çile de li navçeya Kadikoya Stenbolê li dar xistibû.
Derbarê Lawjeyê de
Lawje yek ji wan komên muzîkê ye ku di salên dawiyê de bi nûjenkirina stranên folklorîk ên herêma Colemêrgê, bi nav û deng bûye.
Solîstê koma ku ji çar kesan pêk tê Alî Tekbaş e. Kom li gel amûrên klasîk ên muzîkê bi amûrên modern, muzîka kurdî ya klasîk nûjen dike.
Kom bi taybet li ser ew muzîka ku bi herêma Colemergê tê naskirin kar û xebatê dikin. Kom vê muzîkê li gorî formên modern ên cîhanê ji nû ve saz dikin û pêşkêşî muzîkhezan dikin. (AY/FD)