Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Festîvala Belgefilmên Ekolojîk a Bozcaadayê ya 5em bi beşdariya niştecihên Bozcaadayê, derhêner û hunerhezan dest pê kiriye.
Îsal ji 56 welatan 250 belgefilman serî li Festîvalê dane. Di encama hilbijartina juriyan de wê ji Kanada, İspanya, Almanya, Swîsre, Avûstûrya, Fransa, Portekîz û Tirkiyeyê belgefilm bên nîşandan.
Filmên îsal ên ku di fînalê de wê bên nîşandan li ser mijarên weke zibil, tov, penaber û lêgerîna jiyanên alternatîv in.
Ji Tirkiyeyê 3 film wê di fînalê de bên nîşandan
Di filmên pêşbirkê de ew film derketine fînalê ku giranî dane pirsgirêkên derbarê welatên xwe de. Ji Tirkiyeyê jî 3 film wê di fînalê de bên nîşandan. Yek ji wan belgefilmê Engîn Yildizî ye ku navê film “Eski Evler ve Karayemişler” e. Ev film wê di beşa Pêşbirka Belgefilmên Navdewletî de bê nîşandan.
Belgefilmê “Kül Kent” ê Tolga Barman û “Savrun” ê Hakan Yıldırım û Onur Coşkuner e. Her du film wê di beşa Pêşbirka Xwendekaran a Gaiayê de bên nîşandan.