Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hunermend Ferhat Tûnçî serdana Sûrê kiriye ku bi sedema Roja Çalakiyê ya Kûrewî ya Sûr û Heskîfê ya 28ê Nîsanê çûbû Amedê.
Tûnçî di dema serdana xwe de zêmara Dêrsimê ji bo Tahir Elçiyî gotiye ku, dema Serokê Baroyê yê Amedê bû hatibû kuştin.
Tûnçî di rûpela xwe ya Youtube de zêmar belav kir û behsa çîroka wê kiriye. Tûnçî gotiye ku çîroka zêmarê û tiştên ku li Sûrê qewimîne dişibin hev:
“Li vê derê her tişt wêran bû. Ne tenê mirov mirin, bi mirovan re, dîrokeke mezin hate wêrankirin. Ew hişmendiya ku Sûr kiriye navnenda wêrankariya mezin, di heman demê de hişmendiya ku hevalê me Tahir Elçî kuştî ye jî.”
“Tahîr Elçiyî serhildana xwe ya li hemberî vê çanda qedîm, bi mesajên xwe yên li ber Minareya Çarling anîbû ziman. Gunehê wan bi wî nehat û ev dilkevirî bi xwe re wêrankariya vê çanda qedîm bi xwe re anî. Ez Tahîr Elçiyî careke din bi rêzdarî bibîr tînim. Em ê di parêzvaniya vê çanda qedîm a ku Wî rihê xwe di ber wê de daye, berdewam bikin”.
Bi gotinên Elçiyî dest bi zêmarê kiriye
Vîdeoya zêmara Ferhat Tûnç dixwîne, bi gotinên Tahir Elçiyî dest pê dike ku 28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê li ber Minareya Çarling a li Sûra Amedê beriya ku bê kuştin gotibû:
“Em li vê herêma dîrokî, li vê herêma qedîm a bûye dergûşa li gelek şaristaniyan û malxweyî li wan kiriye, li vî ciye hevpar ê mirovahiyê, em naxwazin çek, pevçûn û operasyon hebin. Em dibêjin ku bila şer, pevçûn, çek û operasyon ji vê qadî dûrkevin”.
Zêmara Dêrsimê
Gotinên zêmara bi navê Ma Çi Dî ya bi Kirmanckî wiha ne:
Ma çi dî, çi nêdî
Derdê na dîna dî
Derdê ma biyê giranî
Kulî/bute biye defterî
Bira bira bira
Neqî durî şêrê mara
Ax bira bira bira
Yî rojî dürî şerê mara
Haqû talaê na kerdene
Se vecîno binê gûna mara
Sawî-sawî doman vîme
Theyrê çime gûrete bîme
Halendîa xora vetîme
Bêma û bêpi mendîme
Bira bira bira
Neqî durî şêrê mara
Ax bira bira bira
Yî rojî durî şerê mara
Haqû talaê na kerdene
Se vecîno binê gûna mara
Va sodirra tîjî berzo
Roz tanîa xobidero
Teyrê yabanî bûano
Ûwa çhemû xoser şêro
Qesa:Cemal Taş
Qeyda:Ferhat Tunç
(TP/FD)