Fotograf: AA Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 13ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de ji ber teqîna bombeyê ya li Beyoglûya Stenbolê, 6 kes miribûn û 99 kes birîndar bûbûn.
Ji ber vê teqînê doz hatibû vekirin. Dadgehkirina 36 bersûcan îro li Dadgeha 13an a Cezayê Giran a Stenbolê dewam kir. Ji 36 bersûcan, 27 jê girtî ne. Ahlam Albashir jî di nav de, 12 girtî û parêzerên wan li salona dadgehê bûn. Bersûcên din ên girtî, bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdar bûn.
Di encama dadgehkirinê de, îro 3 bersûc tehliye bûn.
Li gorî nûçeya AAyê, Ahmet Elşeybûnî di dema danişînê de xwe parastiye û gotiye, dema Ahlam Albashir li Esenlerê li cem dêya wî kar dikir, wan hev nas kiriye û ji ber wî bi tirkî dizanî, wergêrî ji Albashirê re kiriye.
Elşeybûn tohmetbarî qebûl nekir û got, “Em carekê çûn Taksîmê, carekê jî Fatîhê. Min nedixwest ez biçim. Hey fotoğraf digirtin. Ji ber gelek fotoğraf dikirt, ez bi şikê ketim û min pirsî. Wê jî got, ji bo ji xwuşka xwe re bixîne, digire.”
Xwest bi xwuşka xwe re biaxive
Bersûc Ahlam Albashirê got, “Ez tenê dixwazim bi xwuşka xwe re biaxivvim.”
Bersûc Haznî Golgeyî diyar kir ku ew 33 sal in li Edîrneyê niştecih e, beriya êrîşê bi mehekê ji bo qaçaxçîtiya penaberan ew bi bersûc Khalil Manje Husseinî re axiveya û îdia kir ku di dema bûyerê de ew bi vî kesî re neaxiviye.
Golgeyî diyar kir ku ji bersûcan bi tenê ew Huseyîn Guneşî nas dike. Bersûcên axivîn, daxwaza beraetê kirin.
Heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kir. Li gorî vê biryarê, bersûc Zekeriya Mûhammed Şemmûnî, Mûhammed Şîho, Mesûd Hesso serbest bûne.
Her weha biryar daye ku ev her sê kes, nikaribin derkevin derveyî Tirkiyeyê û ji bo bersûcên din, biryar da ku girtî bimînin. (AS/FD)