Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehekê ji bo biryara Qaymeqamiya Kadikoyê ya derbarê qedexekirina bernameya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya 30 saliyê de gotiye ku “ne hiqûqî ye.”
Dadgeha Rêvebiriyê a 6an a Stenbolê ev biryar daye.
Li gorî biryara vê dadgehê ku duh daye, Qaymeqamiya Kadikoyê xalên Destûra Bingehîn ên derbarê “azadî û mafên bingehîn, “azadiya derbirîn û belavkirina derbirînê” û “mafê zanist û hunerê” de û gotiye ku ev maf hatine binpêkirin.
NÇMyê wê di 16ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an de li Navenda Çandê ya Bostanciyê 30 saliya xwe bi bernameya “Berbang”e” pîroz bikira. Walîtiya Stenbolê destûra vê bernameyê dabû lê Qaymeqamiya Kadikoyê, di roja bernameyê de bi sedema “ewlehiya netewî, pergala civakî, ihtimala kirina sûcan û wê azadî û mafên kesên din bixe xetereyê”, bername qedexe kiribû.
Parêzerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) li dijî vê biryarê serî li dadgehê dabû.
Parêzeran diyar kiribû ku biryara Qaymeqamiya Kadikoyê “li dijî hiqûq û qanûnan e”
Bal kişandiye li ser sê xalên Destûra Bingehîn
Li gorî nûçeya Kerem Yildizê nûçegîhanê MLSAyê, dadgeha Rêvebiriyê ya 6an a Stenbolê duh (31ê Tîrmeha 2023yan) biryara xwe aşkere kiriye.
Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku Qaymeqamiya Kadıkoyê xala 13an a Destûra Bingehîn a derbarê “sînordarkirina maf û azadiyên bingehîn”, xala 26an a Destûra Bingehîn a derbarê “azadiya derbirîn û belavkirina firk û ramanan” û xala 27an a Destûra Bingehîn a derbarê 'azadiya zanist û hünere” de bin pê kiriye û diyar kiriye ku azadiya derbirînê, azadiya zanist û çandê hewcedariyên civakeke demokratîk in.
Di biryara qedexekirinê ya Qaymeqamiya Kadikoyê de hatibû diyarkirin ku, hesabên medyaya civakî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bername par ve kirine û ev jî weke sedema qedexekirinê hatibû nişandan.
Heyeta dadgehê diyar kiriye ku “ti delîlek derbarê gûmana tawankariyê de nehatiye nişandan.”
Heyetê her weha bal kişandiye li ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingeh^ni û gotiye ku parastina azadiya derbirînê hewcedariya civaka demokratîk e.
Li gorî biryara dadgehê, Qaymeqamiya Kadikoyê wê 39.368, 38 TLyî bide NÇMyê.
Çi bûbû?
Navenda Çanda Mezopotamyayê ji bo salvegera xwe ya 30an bi navê “Berbang”ê xwest k udi 16ê Çiriya Paşiyê ya 2021an de li Navenda Çandê ya Bostanciyê bernameyekê saz bike. Walîtiya Stenbolê destûr dabû çalakiyê, lê roja ku wê bername pêk bê, Qaymeqamiya Kadikoyê biryara qedexekirinê dabû.
Qaymeqamiyê di biryara xwe de diyar kiribû ku ji ber sedema “ewlehiya netewî, pergala civakî, ihtimala kirina sûcan û wê azadî û mafên kesên din bixe xetereyê”, bername qedexe kiribû.
Qaymeqamiyê ji ber ku bername li ser hesabên medyaya civakî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatibûn belavkirin, ev tişt kiribû hinceta qedexeyê. (FD)