Fotograf: TIP
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Bilind biryara xwe ya derbarê serlêdana ji bo Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) yê Hatayê Can Atalayî de hatiye kirin, aşkere kiriye. Dadgehê daxwaza tehliyekirina Atalayî nepejirandiye. Dadgehê biryarên ku berê Dadgeha Destûra Bingehîn daye, ji nedîtî ve hatiye.
Parêzer Can Atalay di Doza Geziyê di bi 18 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Atalay di hilbijartina 14ê Gulanê de li Hatayê bûbû namzetê TIPê yê parlamenteriyê û hatibû hilbijartin.
Xala 83yan a Destûra Bingehîn dibêje, “Parlamenterek ku tê îdiakarin beriya hilbijartinê yan jî piştî wê sûcek kiriye, bêyî biryara Parlamentoyê nabe bê desteserkirin, jêpirsîna wî bê kirin, bê girtin û dadgehkirin.” Parêzerên Atalayî li gorî vê xalê serî li Dadgeha Bilind dabû.
Dadgeha Bilind di biryara xwe de îdia kiriye ku ger ev daxwaz bê qebûlkirin, wê pêşî li ber hilbijartina wan kesan vebe ku “li dijî yekîtiya dewleta komara Tirkiyeyê û gele wê ya nayê parçekirin gelek çalakiyên terorê yên bixwîn pêk anîne û ji ber van sûcên terorê yên navborî derbarê wan de biryarên lêpirsîn û peyketinê hene lê zeftkirina wan ne mimkun e û bi bultena sor li wan digerin.”
Atalay: Ji bo sondxwarinê bila heyeta we bê vir
Piştî ku Dadgeha Bilind biryara xwe aşkere kiriye, Can Atalayî bi rêya parêzerên xwe peyameke nivîskî weşandiye. Atalayî bang li Serokê Parlamentoyê Nûman Kûrtûlmûşî û endamên Dîwana Serokatiyê kiriye
"Serokê TBMMyê û birên endamên Dîwana Serokatiyê, li beramberî sosretiya rewşê, divê êdî hûn berpirsiyariya xwe bi rengekî cidî bicîh bînin. Hemin ez nikarim niha bêm wir, wê gavê ji bo sondê bixwînim, ez heyeta we vedixwîm vê derê." (Mİ/TY/FD)