Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan birayê fîrarî Bîlal Hassanî, gumanbarê êrîşa bibombe ya li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê pêk hatibû, desteser kiriye.
Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji bo êrîşa ku di 13ê Çiriya Paşiyê de li Kolana Îstîklalê pêk hatibû dewam dike. Di encama êrîşê de 6 kes miribûn, 81 kes birîndar bûbûn.
Wezîrê Karûbarên Navxweyî, Suleyman Soylû, duh bi şev beşdarî civêneke odeya sohbetê ya Twitterê bûye û li wir gotiye ku birayê Bîlal Hassanî hatiye zeftkirin. Birayê Hassanî birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Di lêpirsîna ku derbarê teqînê dihate kirin de 24 gumanbar hatibûn girtin, 29 gumanbar jî dersînor kiribûn.
Dermankirina 74 birîndaran demam bûye
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkayayî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye û gotiye ku dermankirina ji 81 birîndaran, ya 74an temam bûye. 7 kes hîna tên dermankirin: “Şikir ji Xwedê re nexweşên me yên li beşên nexweşiyên giran tên dermankirin, nemane.” (AS/FD)