Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rewşa Awarte(OHAL) di dema hewldana derbeya 15ê Tîrmeha 2016an de hatibû ragihandin û di Tîrmeha sala 2018an de jî bi dawî bûbû her weha bi navê "Rewşa Awarte ya domdar" qanûnek hatibû din hatibû derxistin. Ji duh ve hin xalên vê qanûnê hatine betalkirin.
Bi betalkirina hin xalên qanûnê re dema desteserkirinê hatiye kurtkirin. Di heman demê de ji bo kesên ku ji kar hatine îxrackirin jî rêgezên dîsîplînê yên asayî bi şûn ve hatiye.
Ji îro pê ve dema desteserkirinê ji 24 saetan derbas nabe. Di çarçoveya 'sûcên komî' de, bi şertê ku li gorî CMK 91an 3 caran rojekê bê dirêjkirin, ev dem ji çar rojan derbas nabe.
Di çarçoveya "Rewşa Awarte ya Domdar" de dema desteserkirinê di sûcê komî de 4 roj bû. Ev dem bi dirêj kirina du carî de derdiket heta 12 rojan.
Rewşa Awarteya li piştî 15ê Tîrmehê
Piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an, Lijneya Wezîran di 20ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihandibû. Rewşa Awarte 7 caran hatibû dirêjkirin û 2 salan dewam kiribû û di dawîya Tîrmeha 2018an de bi dawî bû.
Di vê heyamê de 32 Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de (KHK) hatine derxistin. Bi KHKyan 134 hezar û 144 kes ji karê dewletê hatine îxrackirin. Rutbeya 3 hezar û 213 kesan jê hatine girtin. Herî kêm 228 hezar û 137 kes hatine girtin.
2 hezar û 271 perwerdehiya taybet, 174 medya, 1414 sazî û komeleyên sivîl, 145 weqif, 15 zanîngeh û bi giştî 19 sendîkayên girêdayî du konfederasyonan hatine girtin. Li 99 şaredariyan qeyûm hatine tayînkirin.(HA/AY)