Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî îstatîstîkên kontrolkirina rêzik û serlêdanên şêxsî yên di navbera salên 2012 û 2021an weşandiye.
Li gor vê di 23ê Îlona 2012an heta 31ê Kanûna Pêşiya 2021an 361 hezar û 159 serlêdanên şexsî ji bo Dadgeha Destûrî hatiye kirin. Dadgeha Destûrî di 12ê Îlona 2012an de mafê serlêdana şexsî qebûl kiribû.
Dadgeha Bilind ji van serlêdanan 302 hezar û 429 biencam kiribû. Rêjeya biencam kirina serlêdanan ji 83,7 bûye.
Sala par 66 hezar û 121 kesan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane. Dadgehê ji wan 45 hezar û 321 serlêdan biencam kiriye. Herî zêde serlêdanên şexsî di sala 2016an(Hewldana Darbeya 15ê Tîrmehê) de çêbûye. Ew jî 80 hezar û 756 serlêdan e.
Dadgeha Destûra Bîngehîn hejmara serlêdanên şexsî li gorî salan weha rêz kiriye:
o 2012 - 1342
o 2013 - 9 hezar û 897
o 2014 - 20 hezar û 578
o 2015 - 20 hezar û 376
o 2016 - 80 hezar û 756
o 2017 - 40 hezar û 530
o 2018 - 38 hezar û 186
o 2019 - 42 hezar û 971
o 2020 - 40 hezar û 402
o 2021 - 66 hezar û 121
Li gorî îstatîstîkên kontrolkirina rêzik û serlêdanên şêxsî yên Dadgeha Destûra Bingehîn di navbera salên 2012 û 2021an de ji bo 319 dozên betalkirî û 1137 dozên îtirazê serî li Dadgeha Bilind hatiye xistin. Hejmara serlêdanên ku biencam bûne jî bûye 1416.
Sala par 134 serlêdanên dozên betalkirî û yên îtirazê ji bo Dadgeha Destûrî hatiye kirin. Herî zêde di sala 2014an de hatiye kirin û ew jî 199 serlêdan e.(HA/AY)