Foto: ECtHR
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konseya Ewropayê rapora xwe ya salê aşkere kiriye ku bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kontrol dike.
Li gorî raporê digel şewba Covid-19ê welatên Ewropayê di bicihanîna biryarên DMMEyê de gavên pêş avêtine lê dîsa jî hejmara dozên derbarê kuştin û pêkanînên xirab ên hêzên ewlehiyê, şert û mercên girtîtiyê yên xirab û îstismara mafan de zêde bûne.
Di raporê de derbarê Tirkiyeyê de jî zanyarî dane û gotine ku 168 dozên li dijî Tirkiyeyê vebûne di sala 2020an de encam dane û 624 doz di dorê de ne. DMMEyê par di van dozan de 1,5 milyon Euro cezayê pereyan li Tirkiyeyê biriye.
Konseya Ewropayê her weha behsa dozên derbarê Pirsgirêka Qibrisê, Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala û hinên din de kiriye û gotiye, Tirkiyeyê biryarên DMMEyê bicih neanîne. (HA/FD)