Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Enqereyê komek xwendekar ji bo piştgiriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê xwestine li Guvenparka Kizilayê kombibin. Polîsan li pêş malên wan ew desteserkirine. Polis li pêş malên xwendekaran sekinîne û kesên ku ji mal derketine desteserkirine.
Du xwendekar hatine desteserkirin û hatiye ragihandin polis hê jî li pêş malên xwendekaran sekinîne. Li gorî zanyariyên ku hesabê Twîtterê yê Divê ODTU Bê Parastin heta vê gavê 15 xwendekar hatine desteserkirin.
Çi bûbû?
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Prof. Dr. Melih Bulu, berendamê hilbijartinê yê AKPyê ji bo rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê tayîn kir, 4ê Kanûna Paşiyê li ber avahiya zanîngehê çalakiyeke protestoyî ya girseyî pêk hatibû.
Akademîsyenên Zanîngeha Bogaziçiyê di dema merasîma wezîfegirtinê ya Melih Buluyî de pişta xwe dabûn avahiya rektoriyê û biryara tayînkirinê protesto kiribûn. Xwendekaran jî sloganên “em rektöre kayûm naxwazin” berz kiribûn û dawxaz ji Buluyî kiribûn ku dest ji wezîfeyê berde. Polîs deriyên zanîngehê bi kelemçeyan girtibûn û nehiştibûn xwendekar bikevin hundir.
Piştî çalakiya protestoyî polîsan duh (15ê Kanûna Pêşiyê) 17 xwendekar desteser kiribûn. Her weha li gorî zanyariyan polîs li 11 kesan jî digerin. (PT/AY)