Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Polîsan di saetên êvarê de bi ser avahiya bajarê Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de girtine. Ji bo serdegirtinê tu rêvebirekî partiyê nehatiye agahdarkirin û li qatê 4an yên ku Meclîsa Ciwanên HDPê tê de ne lêgerin pêkanîne.
Polîsan kilîlkên deriyan guheriye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan, dest danîne ser hardîska kompîterekî û pirtûkan. Polîsan, li ser textenivîsê ku li odeyê ye “Selamelêkim em hatin” nivîsandine.
Her weha polîsan Kilîlkên derîyên avahiyê yên der, hundir û qatên çaran guheriye û kilîtên nû li ser derîyan danîne.(EMK/AY)