Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
3 kesên têkildarî derpkirina Bariş Atay, Parlamenterê Hatayê û Cîgirê Serokê Giştî ê Partiya Karkerên Tirkiyeyê(TÎP) girtî dihatin dadgehkirin, bi şertên kontrola edlî hatine berdan.
3 gumanbarên girtî bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBİS) îro tevlî danişîna li 46em Dadgeha Cezayê Eslîyeyê ya Anadolûya Stenbolê bûne. Bariş Atayî û parêzerên gumanbaran li salona dadgehê bûne.
Atayî li dadgehê gotiye, roja bûyerê wî û hevalê xwe li kafeteryayekî Modaya Kadikoyê hevdu ditîne û piştî nîvê şeve li kafeteryayê derketine. Dema ku di rê de diçin yek ji paş de bi qirika wî digire û dest bi dijûna dike û bi kulman lê dide.
Di danişînê de li gel ku Atayî gotîye “Ez ji gumanbaran gilîdarim” dadgehê biryara serbest mayîna her sê êrişkaran daye.
Çi bûbû?
Bariş Atay, Parlamenterê Hatayê yê TÎPê di saetên pêş êrişkirinê de mesajên telefonê yê Mûsa Orhanê ku li Êlihê tecawizî Îpek Era 18 salî kiribû û bibû sedema xwekuştina wê belav kiribû. Mûsa Orhan, bi sûcê "êrişa zayendî" hatibû girtin û piştre tehlîye bûbû.
Atayî, Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî bi peyama xwe ve etîket kiribû û gotibû, "Te rêze tecawizkarek parast. Ji bo ku tu qet ji bîr neke emê hewl bidin, heta emre te hebe di her firsendê de têxin bîra te."
Soylûyî jî bersiva peyama Atayî dabû û gotibû, " Tu bi fermana rêvebirên PKKê yên tecawizkar bû parlamenterê HDPê, tu bermayê DHKP-Cê û PKKê ye. Ji min nayê ez bibim 'parastvanê tecawizkar' lê ji te tê tu bibe tecawizkar... Parastvanê Tûmayê, hay ji xwe hebe neye girtin..."
Piştî vê peyama Soylûyî, Komeke pênc kesî di saet 01:30ê şevê de li Kadikoyê dema Bariş Atay, Parlamenterê Hatayê yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê(TÎP) û hevalên xwe li mekanek derdikevin, dibêjin "xayînê welat" û erişî Atay dikin.
Bariş Atayî li Nexweşxaneya Nûmûneya Haydarpaşayê bi gumana travma û şikestina parsûyên wî girtibûn tedawîyê.(HA/AY)