Ji bo nivîsa bi Tirkî bitikîne
Hewildana 15ê tîrmehê têk çû, derbekar hatine girtin û teslîmî edaletê hatine kirin. Mafê civakê ye ku keyfxweş bibe ji ber ku ew ji felaketekê xelas bû.
Hikûmet hewil dide encamên derbeyê biguhere. Her dîsa we dike ku ixtimala hewildaneka dî nemîne. Ji ber wê welê dixweyî ku ji şertên em tê de û kizav-bizava wê xelas nebûye.
Rewşeka wesa heye ku li welatî rêk-û-pêkiya hiqûqê nemaye.
Lê zelal e ku partiyên me li gor Qanûna Bingehîn û hiqûqê tevdigerin. Di vê rewşê de parastina Qanûna Bingehîn û rêzikên bûna dewleta hiqûqê erkê partiya sereke ya mûxalefetê ye.
Lê mixabin ku CHP ji bo bêhiqûqîya tê kirin, bêdeng e, ji dûr ve li kiriyarên AKPyê dinêre û wekî ku wê teswîb dike.
Duhî di derengê şevê de Rewşa Awarte hat îlankirin. Ev yek ne tiştekê li dijî qanûnan e. Di vê yekê de cihê kiriyarên nehiqûqane nîne.
Di beşa 15/2yê ya qanûna Rewşa Awarte bi zelalî diyar dike ku’’(...) heta dadgeh sûcdarbûna kesinan eşkere neke ti kes nikarin wan wek sûcdaran bihesibînin.’’
Maddeya ku CHP ji bo parastina wê rijd e, xala 2. a Qanûna Bingehîn e ku weha ye: ‘’ Komara Tirkiyeyê(..) demokratîk, laîk û dewleteka hiqûqê ye.
Divê niho em bipirsin gelo kîjan rêzikên hiqûqê destûrê dide ku bêyî ku dadkirin û biryareka dadgehê hebe di sê rojan de 30 walî, 42 qeymiqam, 140 endamên Dadgeha Bilind, 30 endamên Daniştayê(Dadgeha kontrolkirina bi qanûnan a birêvebiriyên Tikiyeyê) bi hezaran dadger û dozger, 3 hezar xebatkarên Wezareta Ekonomîyê, 8 hezar xebatkarên Wezareta Karên Navxweyî û 15 hezar xebatkarên Wezareta Perwerdeya Neteweyî ji karên wan hatine bi dûr xistin.
Li Tirkiyeyê piştî derbeyên 27ê Gulanê, 12ê Adarê û 12ê Îlonê kiriyarên wek vê demê dihatin kirin. Li wan deman derbe bi ser ketibûn, hikûmetên desthilatdar hatibûn fesih kirin, hiqûq û Qanûna Bingehîn ji merciyetê hatibûn rakirin. Hiqûqa derbeyê hiqûqa di merciyetê de bû.
Piştî derbeyên gihayîn armanca xwe birêvebiriyên tên avakirin, rejîmên awarte ne. Bi giştî ew kesên derbekar, nahêlin partiyên sîyasî hebin û welatî bi hiqûqa derbeyê ya keyfane bi rê ve dibe.
Lê belê li Tirkiyeyê derbe bi ser neket, sîstema hiqûqê têk neçûye hikûmeta meşrû li ser karê xwe ye.
Sîstema hiqûqê û Qanûna Bingehîn di mercîyetê de ye.
AKPyê hewildana derbekirinê têk bir û sîstema heyî guhert û bi vê yekê derbeyeka miqabilê wê [derbeyê] kiriye. Bi awayekê nerasterast jî be ti mafê wê nîne ku hiqûqa derbeyê bêxe mercîyetê.
Kesên ji karên wan hatîn derêxistin, bi tenê piştî dadkirinê û bi kar anîna wan agahiyên ji îstixbaratê hatîn standin û piştî îspatan dikarî ji karî bêne avêtin. Heta karên li dijî vê yekê têne kirin, Tirkiye dê ji wesfê dewleta hiqûqê derbikeve. Meşrûbûna partiyan namîne. CHP dê ji wesfê xwe yê partiya mûxalefetê ya serekê bibe rêxistineka piştevana derbeyê.
Hêj nêzîk e divê [dewlet] li sîstema dewleta hiqûqê vegere, karên rêgiriya li derbekaran divê bi rêyên hiqûqê bêne kirin. Heke ev rewşa vê demê neyê guhertin, AKP dê wek partiya derbeya sivîl kirî û partiya sereke ya muxalefetê jî dê wek partiya rê dayî vê yekê di dîrokê de cihê xwe bigirin. (TZE/EKN/MB)