Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Kerbelayê yê Iraqê, roja şemiyê (20ê Tebaxê) tirbeya Qatareya Îmam Eliyî hilweşiyaye. Ev tirbe yek ji cihên pîroz ên şîeyan e.
Di dema herifîna tirbeyê de mirov di hundir de hebûn û heta niha 8 kes mirine. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dest bi kar û barên xwe kiriye. Di encama vê xebatê de, 6 kes sax ji bin xirbeyî derxistine.
Berdevkê Berevaniya Sivîlan ê Iraqê Nawas Sabah Şakirî diyar kiriye ku 6 an jî 8 heciyên din jî di binê kavilan de mane. Şakirî gotiye ku girên xîzê û perçeyên ji zinaran ketine bi ser avahiya tirbeyê de hatine û ji ber rewayê tirbe hilweşiyaye.
Li gorî heman daxuyaniyê ji sedî 30ê avahiyê hilweşiyaye û ji ber cihê ku mirov serdana wê dikin hilweşiyaye, ew texmîn dikin gelek mirov di bin kavilan de mabin.
Berdevkê tîmên berevaniya sivîlan Abdûlrehman Cevdetî jî sedema ku kar û barên rizgarkirinê hêdî tên kirin aşkere kiriye û gotiye, "Tiştekî şaş bê kirin divê dîsa hilweşe" û ew di kunên biçûk de xebatên xwe dewam dikin.
Li gorî nûçeya Euronewsê rayedarên beşa lezgîn aşkere kiriye ku, sê zarok ji bin xirbeyî derxistine û li nexweşxaneyê çavdêriya wan tê kirin, her weha rewşa wan baş e.
Ajansa nûçeyan a dewleta Iraqê INayê jî ragihandiye ku tîmên rizgarkirinê di kunên de av, oksîjen û xwarin gîhandiye kesên asê mane. (SD/FD)