Fotograf: Kazım Kızıl
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
DISK, KESK, TMMOB û TTB jî di nav wan de 308 saziyên mafparêz, jinparêz, zayenda civakî, jîngehparêz, partiyên siyasî, saziyên ku têkoşîna bajar û demokrasiye didin, ji bo birîna daran a li Daristana Akbelenê bi dawî bibe, daxuyaniyeke hevbeş weşandiye.
Saziyan daxuyaniya xwe bi ser navê “Bila dorpêça li Daristana Akbelenê bi dawî bibe, biryara dar neyên birîn” weşandiye.
Saziyan bal kişandiye li ser têkoşîna niştecihên İkizköyê ku bi ser Mîlasê, navçeya Mûglayê ve girêdayî ye û gotiye niştecihên vî gundî bi salan e li dijî kanayên komirê, têkoşîna parastina jîngeha xwe û Daristana Akbelenê didin.
308 saziyên ku navên wan di bin daxuyaniyê de heye, diyar kiriye ku di 24ê Tîrmehê de tevî cendermeyan li Daristana Akbelenê dest bi birîna daran hatiye kirin û li midaxele li gundiyan û jîngehparêzan tê kirin.
Saziyan bang li hikûmeta AKPyê kiriye û gotiye ku divê ew Akbelenê biparêzin û ew bi gundiyên İkizköyê re ne: ““Bila dorpêça li Daristana Akbelenê bi dawî bibe, biryara dar neyên birîn. Bila demildest dest ji tundkariya li kesê mafên xwe yê protestokirinê bi kar tînin û hewl didin daristan û qadên xwe yên jiyanê diparêzin tê kirin û biryarên desteserkirina wan bi dawî bibe.” (VC/FD)