Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Civaknas û bîrewerê fransizî Alain Touraine, di 97 saliya xwe de li Parîsê miriye.
Keça wî Marisol Touraineyê ragihandiye ku bavê wê miriye. Marisol Touraine di navbera salên 2012 û 2017yan de Wezîra Tenduristiyê bû.
Civaknas Touraine bêhtir bi xebatên xwe yên derbarê tevgerên civakî û têkoşînên wan hate nasîn. Yên li Amerîkaya Latîn di serî de, li ser tevgerên karkeran ên li deverên cuda yên cîhanê lêkolînên wî hene.
Alain Touraine kî ye?
Di 3yê Tebaxa 1925an de li bajarê Calvadosê yê li bakurê Fransayê ji dayik bûye. Xwediyê têgeha Civaka Piştî Serdema Pîşesaziyê ye û dîrektorê lêkolînê yê Dibistana Bilind a Zanistên Civakî ya Parîsê bû.
Pirtûkên wî yên bi navê “Demokrasî çi ye?”, “Ji bo em cihana îro fam bikin paradîgmayeke nû”, “Rexneya modernîteyê” û “Em ê bikaribin bi hev bijîn? Tevî newekheviyên me û cudahiyên me” hene.