Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan di saetên sibê de li navçeya Artuklu û Kerboranê yên Mêrdînê, Manîsa û li navçeya Hezexa Şirnexê bi ser gelek malan de girtine. Di encama serdegirtinên malan de 15 kes hatine desteserkirin.
Mêrdîn
Di encama serdegirtinên malan ên li Taxa Saraçoglû ya Artukluyê de ji heman malê xwişk û birayên hev Ramazan, Agît û Heja Kalkan û herdu xwişk Hîvîdar û Berîvan Taş hatin desteserkirin.
Her wiha Firat Akar û Rojhat Altaş jî li navçeya Artukluyê hatine desteserkirin. Hatiye zanîn ku ciwan, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê ya derheqê kongreya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatine desteserkirin.
Merve Oguz û keseka/î navê wê nehatiye zanîn jî li navçeya Kerboranê hatine desteserkirin. Diyar bûye ku ev kes jî ji ber lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin desteserkirine.
Duh jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda de li Mêrdînê 17 kes hatibûn desteserkirin û îfadeyên wan ên li qereqola cendirmeyan didome.
Şirnex
Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Hezexa Şirnexê de jî welatiyên bi navê Civan Karavîş, Umît Geçgel û Yûsûf Kargol hatine desteserkirin. Her weha ciwanên desteserkirî birine midûriyeta emniyetê û sedema desteserkirina wan nehatiye zanîn.
Manîsa
Di danê sibehê de polîsan li Manîsayê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Çep a Kesk de girtine. Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Saruhanliyê de rêvebera Partiya Çep a Kesk a navçeyê Gulsum Tozan û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Manîsayê Ayşe Karagoz hatin desteserkirin. Li navçeya Yunusemreyê jî keça Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Manîsayê Hasret Çetîn a bi navê Kardelen Çetîn hatiye desteserkirin.
Desteserkirin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Manîsayê de hatine kirin û welatî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Manîsayê tên ragirtin. (NT/AY)