Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Baxçeyên Hevselê yên Amedê û Çemê Dîcleyê di sala 2015an de ji bo parastinê ket lîsteya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO). Talankirina ku Şaredarê navçeya Sûrê ku weke qeyûm hatibû tayînkirin talankirina ekolojik ya li Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê kiriye bûye rojev.
Baxçeyên Hevselê ku şopa zêdeyî 30 şaristaniyan li xwe digire û xwedî dîrokeke 8 hezar salî ye, herî dawî di 13ê Kanûna Paşiyê de ji ber projeya Parka Çandê makîneyên karî kete navê û bi qasî 25 metreyan xebatên rê pêkanîbû.
Li Amedê Platforma Ked û Demokrasiyê, endamên Komeleya Ekolojiyê û gelek saziyan duh (29ê Adarê) ji bo balê bikşînin ser talana ekolojik ya Baxçeyên Hevselê li Birca Bizinê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistine.
Bijî berxwedana Hevselê
Di daxuyaniyê de pankartên li ser diruşmên “Bila Dîcle azad biherike, Bila bîna rihanê ji Hevselê were,” “Hewsel yek e tune neke,” “Bijî berxwedana Hevselê", "Destê xo kaşbikerî Hewselê Ra", "Unesco Bunesco”, “Hevsel henaseya Amedê ye” hatiye nivîsandin bilindkirine.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
“Em bang li rayedar û berpirsan dikin ku di zûtirîn dem de dev ji vê talanê berdin û em daxwaz dikin ku bi dînamîkên bajêr re plansaziyek çalakiya bilez bê çêkirin û xebatên hevpar yên çakkirinê bên kirin.
“Em dixwazin UNESCO di demek herî zû de bêdengiya xwe bişkîne û bibe xwedî helwestê.”(TY/AY)