Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berpirsê Weşanê yê Giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dînk, di salvegera 16an kuştina wî de wê li cihê lê hatiye kuştin bê bibîranîn.
Dînk 19ê Kanûna Paşiyê roja Pêncşemê saet di 15.00ê de, li Osmanbeyê, li cihê ku lê hatiye kuştin ango li ber Apartmana Sebatê ya ofîsa kevn a rojnameya Agosê lê bû, wê bê bibîranîn.
Di vê navberê de koma Maya Gibi jî ji bo salvegera 16an a kuştina Hrant Dînkî stranek çêkiriye û weşandiye.
Bixwîne - Bîranîna Hrant Dînkî: Avê rêya xwe dît
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine. (AÖ/FD)