Fotograf: MLSA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer, bi îdiaya ku li ser Twitterê "nûçe û fotografên YGP/YPJyiyan" weşandiye û bi vî rengî propagandaya rêxistinê kiriye, dihate dadgehkirin. Duh, dadgehê biryara xwe aşkere kiriye.
Canozer beşdarî danişîna ku li Dadgeha 4an a Cezayê Giran Amedê pêk hatiye, nebûye, parêzerê wê Resûl Temûr ew parastiye. Nûnerê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ê Amedê Mahmût Oral û rojnameger jî beşdarî danişînê bûne. Dozgerî nêrîna xwe ya ku di danişîna beriya vê de diyar kiribû, dubare kiriye. Dozgerî îdia kiriye ku Canozerê bi peyamên xwe propagandaya rêxistinê kiriye û xwestiye ku bê cezakirin.
Parêzer Resûl Temûr li dijî nêrîna dozgerî derketiye û gotiye, tê îdiakirin ku çar hesabên medyaya civakî hene û ev yên Canozerê ne, lê sê jê ne yên miwekila wê ne.
Temûrî destnîşan kiriye ku ew nizanin bê ka dozger ji ber parvekirinên kîjan hesaban dixwaze Canozer bê cezakirin û ew ê li gorî îdianameyê parastina xwe bikin.
Temûrî got ku miwekila wê peyamên li ser hesabê xwe weşandine, qebûl dike lê hesabê Twitterê yê bi navê "beritansarya" ne yê wê ye, xwediyê hesabê navborî aşkere kiriye û gotiye ku ev ne yê Beritan Canozerê ye, di lêkolînê de ev mijar zelal nebûye. Parêzer Temûrî her weha gotiye ku di dosyayeke din de lêkolîn li ser hesabên medyaya civakî yên miwekila wî hatine kirin û biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn ya karê "Dewriyeya Sanal" bibîr xistiye û gotiye ku bêyî ku vekolînek hebe, delîlên bi vî rengî tên berhevkirin, nehiqûqî ne.
Biryara Wezaretê pêşkêş kiriye
Temûrî diyar kiriye ku peyamên miwekîla wî yên di navbera salên 2014-2016ê de ne û polîtîkaya Tirkiyeyê ya wê demê li dijî PYDyê dimeşand, bibîr xistiye. Her weha destnîşan kiriye ku peyamên wê demê derbarê PYDyê û hêzên girêdayî wê ne sûc in.
Temûrî behsa dosyayeke din a derbarê vê mijrê de kiriye ku li Dadgeha 4an a Cezayê Giran a Amedê hatiye dîtin. Di vî dosyayê de Wezareta Karûbarên Navxweyî belgeyek şandiye û tê de gotiye ku peyamên derbarê PYD/YPG/YPJyê ne sûc in û wî ev belge pêşkêşî heyeta dadgehê kiriye.
Parêzer Resûl Temûrî gotiye ku miwekila wî di sala 2019ê de li Dadgeha 11an a Cezayê Giran dîsa ji ber peyamên li ser medyaya civakî weşandine,hatiye dadgehkirin û cezakirin. Temûrî di dewama axavtina xwe de diyar kiriye ku heyet bi tenê dikare li gorî wê dosyayê biryarê bide û cezayê hatiye birîn zêde bike. Her weha dxwaz kir ku Canozer beraet bike.
Heyeta dadgehê ji ber peyameke ku Canozerê gotiye ew hesab yê wê ye, sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Canozerê biriye. Her weha ji ber peyamên li ser hesabê "beritansarya" hatine weşandin jî sal û 3 meh cezayê girtîgehê biriye ku ev hesab ne yê Canozerê ye.
Dadgehê ceza taloq nekiriye û parêzerê Canozerê wê serî li Dadgeha Îstînafê bide û li dijî biryarê derkeve. (HA/FD)