Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovn a Parlamentoyê serdana girtîgehên Tarsûs û Bunyana Kayseriyê kiriye. Endamên Komîsyonê piştî serdanê raporek amade kiriye.
Endamên Komîsyona Jêr a Lêkolînê ya Mafên Girtiya di 7 û 8ê Çiriya Paşiyê ya 2021ê de serdana Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê, di 12 û 13ê Çiriya Paşiyê de jî serdana Girtîgeha Tarsûsê kirine. Rapora ku komîsyonê amade kiriye, piştî nirxandinan hatiye qebûlkirin.
Di raporê de zanyariyên derbarê Girtîgeha Tîpa Tyê ya hejmar 1, 2 û 3yê ya Tarsûsê, Girtîgeha Jinan a Tarsûsê û Girtîgeha Ciwanan a Tarsûsê hene. Li gorî vê raporê li hejmara 1ê hezar û 236, li hejmara 2yê hezar û 155, li hejmara 3yê hezar û 146, li Girtîgeha Jinan 382 û 16 zarokên temenê wan di navbera 0-6ê de û li Girtîgeha Ciwan û Zarokan de jî 230 girtî hene.
Li gorî nûçeya Berîvan Altanê ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, ev zanyarî di raporê de hene:
* Li qantînên girtîgehan bihayê kelûpelên xwarinê zêde ye
* Dema girtî diçin revîrê pirsgirêkan ji wan re çêdikin
* Rojnameyan nadin girtiyan û mafê wan ên werzîşê asteng dikin
* Porê girtiyan bi yek şêweyî jê dikin
* Girtiyan dikin odeya bisifinc
* Li girtiyan didin
* Kelûpelên xêzkirina wêneyan nadin girtiyan
* Destê girtiyan ji paş de kelemçe dikin
* Dema tedawiyê kelemçeyan ji destê girtiyan dernaxin
* Pirtûkên kurdî nadin girtiyan
* Daxwaznameyên girtiyan nabersivînin
HDP li dijî naverokê raporê derketiye
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mersînê Fatma Kûrtûlan ku endamê komîsyonê ye û ew jî tevlî komîsyonê çûye girtîgehan li dijî naveroka raporê derketiye. Kûrtûlanê diyar kiriye ku girtiyan ji wan re gotiye, kincên wan bi temamî ji wan kirine, ew tazî kirine û bi vî awayî kontrola laşê wan kirine. Kûrtûlanê di dewamê de destnîşan kiriy eku girtiyên li dijî vê derketine, gardiyanan li wan daye. Kûrtûlan, daye zanîn ku endamên komîsyonê bi girtiyên gotine gardiyanan li wan daye re neaxivîne û di raporê de behsa vê rewşê nekirine.
Kûrtûlanê diyar jî kiriye ku, girtiyen xwestiye tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî rabe û wan bi vê armancê dest bi greva birçîbûnê kiriye. (AS/FD)