Fotograf: HRW (Arşîv)
Li Kabûlê, paytexta Afganistanê nêzîkî 20 jin li ber Wezareta Perwerdeyê kom bûne û xwestine çalakiyekê li dar bixin. Talîbaniyan êrîşî rojnamegeran kiriye ku xwestine çalakiyê bişopînin.
Li gorî nûçeya Euronewsê, jinên kom bûne, ji bo mafên xwe yên perwerdeyê ji ber avahiya Wezareta Perwerdeyê heta Wezareta Darayiyê meşiyane. Komeke rojnamegeran jî çalakî şopandiye.
Lê Talîbaniyan midaxele li rojnamegeran kiriye ku Bulent Kiliç, nûçegîhanê fotografan ê AFPyê jî di nava wan de bû. Talîbaniyan bi qontaxa çekên xwe li rojnamegeran dane û dijûn ji wan re kirine.
This is how Taliban treat journalists in Afghanistan especially if you want to cover women demo! pic.twitter.com/U3x51PVE9k
— Bulent KILIC (@Kilicbil) October 21, 2021
“Em ê bêdeng nebin”
Di dema çalakiyê de jinan slogana “Perwerdeyê polîtîze nekin” berz kirine û kartonên ku li ser wan “Ne mafê me yê perwerdê ne yê karkirinê heye”, “Bêkarî, xizanî, birçîbûn” nivîsiye, rakirine.
Zahra Mohammadî, yek ji çalakvanan gotiye ku ew dizanin çi li pêş wan e lê ew ê dîsa jî bêdeng nebin:
“Va ye hûn dibînin, Talîban ne hurmetê dide çapemeniyê ne jî jinan. Ez bang li hemû zarokên keç û jinan dikim, netirsin. Ger malbata we destûrê nede jî ji mal derkevin werin û ji bo mafên xwe têbikoşin.” (EMK/FD)