Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku nûçeya îstîsmara zayendî ya li zarokeke keç bûye weşandibû, dadgehekê 5 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Sînan Aygulî birîbû. Aygul duh ketibû girtîgehê. Îro jî bi şertê kontrola edlî tehliye bûye.
Aygul piştî ji girtîgehê derketiye wiha gotiye: “Ji xwe ji bo min û rojnamegerên weke min karên xwe dikin dadgehkirin, cezakirin û ketina girtîgehê bûye karekî ji rêzê. Em hîn bûne, em vê rastiyê qebûl dikin û vî karî dikin. Lê ti kes, bi taybet jî ti zarok ne neçar in tacîzê, tecawizê qebûl bikin û bi vê re bijî. Em neçar in bibin dengê wan.
Bixwîne - Kesê tacîz kiriye serbest e, lê rojnameger xistine girtîgehê
Çi bûbû?
Sînan Aygulî bûyera îstîsmara zarokekê ya di Tîrmeha 2019an de bûbû, bi sernavê “Li Tetwanê skandala ‘Tacîza Zayendî’ di kameraya ewlehiyê de derketiye holê” kiribû nûçe. Di nûçeyê de rûyê zarokê veşart û navê wê nenivîsandibû. Ji rojnameya Cûmhûriyetê het aya Haberturkê, ji Sabahê heta Kararê û ji TV100ê heta gelek kanalên din ên televizyonê di bultenên xwe yên şevê de vîdeoya heyî ji Aygulî wergirtibûn û weşandibûn.
Piştî ku civakê bertekeke mezin nîşan da, êrîşkar li Denhizliyê hatibû desteserkirin û paşê hatibû girtin. Malbata zarokê giliyê êrîşkarî kiribû. Ji ber “îstismara zayendî ya giran”doz lê vebûbû. Piştî dadgehkirinê dadgehê 5 sal cezayê girtîgehê lê birîbû lê ew tehliye kiribû.
Bi tohmeta ku “nepeniya lêpirsînê binpê kiriye” doz li Sînan Aygulî jî hatibû vekirin. 10 meh cezayê girtîgehê li wî birîbûn. Lê Dadgeha Îstînafê cezayê lê hatibû birîn daxistibû 5 mehan.
Aygul duh (30ê Hezîranê) çûbû Girtîgeha Vekirî ya Tetwanê û ew xistibûn girtîgehê.
(HA/FD)