Wêne: Ercan Altuntaş
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di Doza Kobaniyê de îro li Edliyeya Girtîgeha Sîncanê, li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam dike.
28 jê girtî, 6 jê bi biryara kontrola edlî serbestbûyî 108 kes di vê dozê de tên dadgehkirin. Derbarê 75 kesan de jî biryara zeftkirinê heye.
Ji bo her siyasetmedarekî 38 caran cezayê miebeta girankirî tê xwestin.
Heyeta dadgehê gotiye ku îro piştî axavtinên parêzeran wê dest bi paraznameyên bersûcan bikin. Saet li derdora 17.30 deqîqeyan navber dane danişînê. Dadgehkirin sibê wê saet di 09.30 deqîqeyan de dewam bike.
“Armanca lêpirsînê siyasî ye”
Danişîn îro saet di 10.30 deqîqeyan de dane destpêkirin û Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî yên HDPyê, rêveberên partiyê, parêzer û serokên baroyan danişînê dişopînin.
Parêzeran dawxaza guhertina heyetê li dadgehê kiribûn, lê ev daxwaza wan nehatibû qebûlkirin. Parêzeran li ser vê rewşê serî li dadgeheke bilindtir dabûn lê ev daxwaza wan jî nehatiye qebûlkirin.
Parêzerên bersûcan li dijî vê biryarê axivîne.
Parêzer Gunîzî Satarê gotiye ku “Zabitnameya lêkolînê ya emniyetê di sala 2015an de amade kiribû bûye bingeha îdianameya doza Kobaniyê ya 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 8ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de qebûl kiriye. Heta di 2015an de îdianame hate qebûlkirin, ji bilî zabitnameya emniyetê ti tiştekî din li dosyayê nehate zêdekirin.”
Parêzer Mavîş Aydinê jî wiha gotiye: “Digel ti zanyarî û belgeyên nû nehatine da ku lêpirsînê ji bo hin kesên nû berfireh bike, Dozger Ahmet Altûnî lêkolîn derbarê lîsteyeke nayê zanîn li ku hatiye nivîsandin de amade dike. Ev jî dide xuyakirin ku hedefeke siyasî ya lêpirsînê ye.”
Parêzer Kenan Maçoglûyî jî, daxwaz kiriye û gotiye ku bê ka kê dozgerê lêpirsînê û bi çi armancê tayîn kiriye.
“Dozgerî dokumanek ji bîr kiriye”
Li gorî hesabê online yê Navenda Giştî yê HDPyê parêzer Maçoglû wiha axiviye:
“Em dixwazin hûn nivîsekê ji HSKyê re binivîsin û bipirsin bê ka Dozger Ahmet Altûnî ji bo biryara tayînkirina wî ya Wekîltiya Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê betal bûye. Hin kes di guhê dozgerî de dikin pistepist. Nivîsan ji Çewlik, Bedlîs, Panosê re nivîsîne û ji xwe re li îtirafkaran digere. Ev hewldan encamê nedane. Heta roja Yuksekdag û Demîrtaş hatin girtin dozgerî ti delîl pêşkêş nekiriye û şahidê veşartî nedîye.
“Hûn îdianameyeke wiha cidî qebûl dikin lê napirsin bê ka şahidê veşartî çawa hatiye dîtin û îfadeya wî/ê çawa hatiye standin. Em dixwazin hûn vê ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bipirsin.
“Dozger Ahmet Altûn çawa tayîn dibe ji bo vê dosyayê, parêznameya Demîrtaşî ya 6-8ê Çiriya Pêşiyê xwestiye. Heman dozger di heman demê de dozgerê danişînê yê 19em Dadgeha Cezayê Giran ê Enqereyê ye. Kê û bi çi armancê Ahmet Altûn tayîn kiriye, em dixwazin lêbipirsin.
“Dozgerî di dosyayê de dokumanek ji bîr kiriye. Bêyî ku lêkolînê bikin we jî qebûl kiriye. Baş e ku êdî hate tomarkirin, ihtimal nîne winda bibe. Ev dokuman midaxele li lêpirsînê dike û tê de gotiye, li vê dosyayê bixebitin û bingehê ji bo îdianameya girtina HDPyê çêkin.”
Heyeta dadgehê ji bo daxwazên parêzeran binirxînin, nêrîna dozgerî xwestiye û navber daye dadgehkirinê. Dadgehkirin wê saet 14.00ê dewam bike.
“Daxwazên parêzeran qebûl nebûne”
Piştî axavtinên parêzeran, heyeta dadgehê xwest ku dozger nêrîna xwe aşkere bike. Dozgerî heyeta dadgehê bi wî tiştî tohmet kiriye ku danişînê baş birêve nabe û gotiye ku bila daxwazên parêzeran qebûl nebin.
Heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kiriye. Li gorî vê biryarê xwestina daxwaznameya Kerem Gokalpî qebûl kiriye. Her weha wê ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê re nivîsekê binivîse û mînakeke belgeya li ser wê dîrok nîne, bixwaze û wê bipirse bê ka têkiliya wê belgeyê bi dosyayê re heye yan na.
Dadgehkirin bi paraznameya Ayhan Bilgenî dewam dike.
Doza KobaniyêSerdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn. Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû. Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze. Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû. Siyasetmedar hatine tohmetkirin108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne: Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin. Kesên tên dadgehkirinFigen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar. |
(AS/FD)