Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna doza ku Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê de dihate dadgehkirin pêk hatiye.
Bi tohmeta ku Demîrtaşî, Yuksel Kocaman, Serdozgerê berê yê Komarî yê Enqereyê “bi gotinên xwe kiriye hedef, doz lê hatibû vekirin.
Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran pêk hatiye ku Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê, bi Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdar bûye.
Demîrtaşî li dijî nêrîna dozgerê danişînê wiha gotiye: “Dozger Yuksel Kocamanî dozgerekî din wezîfedar kiriye û ji ber parastina min a di dadgeha wî de kiriye, îdianame nivîsandiye.”
Parêzer Cîn: Kîjan delîl?
Hadî Cîn, yek ji parêzerên Demîrtaşî gotiye, delîlên wê şîroveya ku dozgerî di nêrîna xwe de gotiye, “têkilî û eleqeya Demîrtaşî bi PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekda ya dibe mijara dadgehkirinan” çi ne?
Cînî wiha dewam kiriye:
“Dozgerî sûc kiriye, sûc bi wî dozgerî daye kirin ku di bin fermana wî de ye. Heke hûn jî biryara beraetê nedin, hûnê jî sûcî bikin. We ew şîroveya li bin parvekirina Demîrtaşî hatibû nivîsandin jî xistiye nava dosyayê.
“Ma gelo ti dosye hatiye berwe ku derbarê şîroveyên li bin tweetên karmend Fahrettin û Wezîrê Karûbarên Derve, Suleyman Soyluyî hatine nivîsandin de ne û rasterast banga qirkirinê dikin, nîne. Bi van şîroveyan li dijî mirovatiyê sûcan dikin lê kes bi wan eleqedar nabe.”
Parêzer Karaman: Dosyayê bavêjin çopê
Parêzer Mahsuni Karamanî jî wiha gotiye: “Hûn îro biryara beraetê bidin hûnê karekê gelekî mezin bikin. Hûnê wê dosyayê bavêjin çopê ku diviyabû qet nehata amadekirin.”
Piştî parazname hatine pêşkêşkirin heyeta dadgehê biryar girtiye ku hewce nake ji ber tohmeta "gefxwarinê" Demirtaş were cezakirin. Lê bi îdiaya ku "karmendn di têkoşîna dijterorê de wezîfedar kiriye hedef" 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaşî biriye.
Dadgehê ji cezayê Demîrtaşî danexistiye.
Derbarê Yuksel Kocamanî de?
Yuksel Kocaman di Îlona 2020an de bi Ayça Dursunê re zewicî û piştî mahrbirînê, yekser çûbû serdana Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Recep Tayyîp Erdoganî kiribû.
Şahiya wan li Sheraton Otelê bûbû û Mehmet Akarca, Serokê Dadgeha Bilind, Zeki Yigit, Serokê Şûraya Dewletê, Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê, Suleyman Soylu, Wezîrê Karûbarên Navxweyî, Ziya Selçuk Wezîrê Perwerdeya Netewî, Orgeneral Yaşar Guler, Serfermandar, Muharrem Akkaya, Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan, Halil Koç, Serokê Daîreya 1an a Lijneya Dadwer û Dozgeran, Metin Feyzioglu, Serokê Yekîtiya Baroyan ê Tirkiyeyê û Rifat Hisarciklioglû, Serokê Yekîtiya Odeyan û Borseyan ê Tirkiyeyê bûbûn şahidên bûk û zavayî.
Piştî şahiyê bi demeke kurt di doza Kobaniyê de ji bo 108 kesan lêpirsîn hate destpêkirin ku Ayhan Bilgen, Ayla Akat Ata, Emine Ayna û Beyza Ustun jî di nava wan debû.
(RT/FD)