Fotograf: Bild (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di dema kolonyaliyê de ango di navbera salên 1904 û 1908ê Almanyayê li Namibyayê bi deh hezaran kes ji gelê Herero û Namayê kuştine. Dîroknas vê rewşê weke “yekem qirkirina sedsala 20an” dinirxînin.
Bi salan e ev rewş dibe sedema pirsgirêkên mezin di navbera Almanya û Namibyayê de.
Almanyayê qebûl dikir ku rêveberiya kolonyal di wê demê de zilm kiriye lê nedixwest rasterast cirmê wê bide.
*Heiko Maas / Wezîrê Karûbarên Derve yê Almanyayê (AA)
Heiko Maas, Wezîrê Karûbarên Derve yê Almanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û tê de gotiye: “Em êdî dema ji perspektîfa îro li bûyerên pêk hatine dinêrin, em weke qirkirin dinirxînin.”
Maasî her weha gotiye ku Almanya ji Namibyayê û ji xizmên qurbaniyan lêborînê dixwaze û diyar kiriye ku ji bo naskirina vê zilma gelekî mezin ew ê alîkariyê bidin pêşketina vî welatî. Almanya ji bo vê wê milyan û 100 milyon euroyî weke alîkariya darayî bide Namibyayê.
* Yê li milê çepê, General Lothar von Trotha
Qirkirina Herero û Namakayê
- Bi almanî jê re dibêjin Aufstand der Herero und Hama, yanî “Serhildana Herero û Namayê”
- Di Kanûna Paşiyê ya 1904an de gelê Hereroyê bi serpereştiya Samuel Mahareroyî li dijî rêveberiya kolonyal a Almanan serî hildaye. Di Tebaxê de generalê almanî Lothar von Trotha, di dema şerê Waterbegerê de serhildan têk biriye û serhildêr tevlî malbatên wan sirgunî çola Omahekê kiriye.
- Di meha Çiriya Pêşiyê de gelekî din ê li herêmê, Namayan serî hildaye. Almanan bi heman awayî serhildana wan jî têk biriye û 65 hezar hereroyî (ji sedî 80yî serjimara giştî) û 10 hezar namayî (ji sedî 50yê serjimara giştî) qir kirine.
- Almanan bêhtirê hereroyî û namayiyan şandine çolê, li wir ew tî hiştine an jî jehr xistine ava wan û ew kuştine.
- Benjamin Madley, dîroknasê qirkirinan ê ji Zanîngeha Yaleyê diyar kiriye ku Qirkirina Hereroyan a li başurê rojavayê Afrîkayê ji gelek hêlan ve dişibe Qirkirina Yukiyan a Li Amerîkayê û Qirkirina Tasmanyayan a li Avûstralyayê. Li gorî ku dîroknasî gotiye, di her sêyan de jî gelek çermspiyên xwe weke ‘mirov’ binav dikir, niştecihên li van herêman jî bi gotina subhuman ango mirovên jêr, jêr-mirov, yên ne mirov, kesên ne di kategoriya mirovan de, kesên ji mirovan nizmtir penase kirine.
(PT/FD)