Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim du bernameyan binirxînim. Yek jê “Hinek Henek” e û a din jî “Îşev” e. Her du bername li ser youtubê û medya civakî tên weşandin û temaşevan bi kelecan wan dişopînin.
Divê bê destnîşankirin ku ev herdu bername jî ewil bi lîstikvanên xwe, bi sehneya şanoyê ve giredayî ne. Herdu jî naverok û şêweya xwe ji mîzahê werdigrin. Şopînerên herdu bernameyan hay ji “populerbûna” temaşekirina wan heye. Weke îstatîstik mirov dikare li ser Youtube hejmara temaşekirina wan bibîne. (Herî dawî beşa yekem a İşêv’ê zêdeyî milyonek û sêsed hezarî, hejmara bernama ewil a “Hinek Henek”ê jî nêzî sed hezarî ye. Bernama Hinek Henek li ser Youtubeyê “18.10.2020” û ya “İşev”ê “03.11.2020” ye.) Rêjeya temaşekirina wan her roj zêde dibin. Li ser ekranê her tişt bi li gora hejmara temaşekrinê tê nirxandin. Qaîdeyên medya civakî bi hejmar û like/ecibandinan gelek hûrguliyan dihewîne. Car caran ev hejmar ew ê bi kêrî vê nirxandinê jî bên.
Sehneya şanoyê ji bo ekranê: Hinek Henek
Hinek Henek Ji heftê carekê ji aliyê Pel Ajansê ve tê çêkirin û piştî weşandina TVyê (Stêrk) li ser Youtubeyê tê belavkirin. Berî bi salekê, ji bo “Hinek Henek” bi ceribandineke nû li ser medyaya civakî bangewazî ji nivîskar û temaşevanan hate kirin ku skecên xwe bişînin:“Hûn binivîsinin em bilîzin.” Çar komên şanoyê li Sehneya Şanoya Bajêr a Amadê dest bi kêşana bernamêyê kirin. Di Hinek Henek de, şanogerên Şanoya Bajêr, Teatra Jiyana Nû, Teatra Yekta Hêvî, Tiyatro Mencel cî digrin. Di her beşe de hêrî kêm 4-5 skêç hene, mekan li ser sehneya şanoyê û li dora saetekê didome. Heta niha 14 beş hate çêkirin.
Îşev
Rêzefilma Îşev, beyî perîyodekê weşanê 8 beş di navbera 3 mehan hate weşandin û bidawî bû. Mekan ne sehne ye. Her beşeke wê nêzî nîv saetê ye. Çêker lîstikvan bi xwe ne. Di hin bernameyan de weke alîkar/sponsor hene lê a dîyar dibe li gora jixweberîya derfetan pêk anîne. Destpêka “İşev’ê” piştî bernameya ewil bi daxwaza “temaşevanan” ve senaryo guherîye. Îşev jî mîna Hinek Henek bi skêçan ve dest pê kir û li ser vê bi daxwaza temaşevanan bû rêzefilmek. Ev tişt di navbera beşa yekem û duyem de pir baş diyar dibe. Bername di rêzefilma xwe da hemû klîşeyên sîtkomê bi ceribandinan ve bikar tîne. Her çiqas lîstikvanên Îşevê di hundirê şanoyê de jî cî girtibin lê bêtir weke “fenomenên medyaya civakî” têne nasîn .(Deno72, Mao47, 72Bahoz Özsunar: lê esil weke aktorekî berbiçavbûna Erdal Kaya) Lê wisa xuyaye ku ew ê bi bernemayeke din berdewam bikin.
Bakî - Kes nikare me bixapînî :)
— îşev (rêzefîlm) (@isevdizi) December 23, 2020
Lînk: https://t.co/TEp4oLjjFs pic.twitter.com/dMJQtNWJZ1
Ji bo min her du bername jî di gelek mijaran de nêzî hev dibin, lê çiqas nêzî hev bibin jî ewqasî ji hev dûr dikevin. Weke mînak di îstatistikên temaşekirinê de… Çawa bernameyek li derdora Sed hezarî û ya din Milyonek û Sê sed carî hatiye temaşe kirin? Sedem çi ne? Çi ferqa wan ji hev heye? An jî temaşevan ne heman temaşevan in?
Sînor ji mîzahê re nîne
Herdu bername jî a dawî li ser ekran û Youtubeyê li mizaha xwe digerin. Mirov nikare sînorekî li ber mizaha wan deyne, ji xwe mîzah sinoran xera dike û her tiştî serûbin dike. Dema em bixwazin kurmanciya herduyan berawird bikin, em ê bibînin ku ferqa berbiçav bikaranîna metna Kurdî ye. Yek jê nivîs bingeh e, ew bêtir bi “Hinek Henek”ê re heye. Mîzaha xwe li ser “nivîsê” ava dike û berê xwe dide jixweberîyê. Lê li aliyê din “Îşev” ji kurmancîya “devkî” ber bi jenerîka nivîskî ve diçe. Îşev jî li ser bihîstînê, an jî “kurmanciyeke guhkî ku bi qasî qabîliyata lîstikvanan tê bikaranîn. Ewil bihîstina kurdîya ji guh/devkî serdest e. Ev tişt ji bo Îşevê dibe jixweberîyeke hesantir û kesên rezêfilmê dişibin ên jiyana rojane. Di bikaranîna gotinên tirkî de jî, heman reng e. Di dîmenên pişt kamerayê de em tê derdixin ku kesên teknik û li paşxaneyê ne têra xwe angajeyî tirkî ne. (Bi taybetî divê mirov destnîşan bike ku Erdal Kaya di îşevê de karaktereke mîzaha kurmancî afirandiye. ) Lê li heman awayî “metin/nivîs” û “qaîdeyên ciddî” ji bo mîzaha Hinek Henekê bûye sînor. Çîrok û dîmenên ji jiyana rojane bêtir bikêrî “Hinek Henek”ê dibe, lê li gora 14 bernameyan şêweyeke domdor diyar nekiriye.
Di Henek Henek de gelek skêç xwe dûbare dikin û bi awayekî mîna rêzeskêçan hatine amadekirin. Mînak: Derewîn(Şêro), Kemal FM, Perê û Hîvê, Amedspor… Û jî xeynî wan ji şanoyên berê kurtelîstik ji bo ekranê jinûve hatine kêşan.
Perê û Hîvê (Part 2)https://t.co/CIFf5dxJjg#hinekhenek pic.twitter.com/58jhTnjQcs
— Hinek Henek (@HinekHenek) January 6, 2021
Mîzah û çanda populer
Mîzah zêdetir bi çanda populer a îroyîn ve girêdayî ye. Ev tişt di herdu bernameyan de li peşberî me ne. Tiştê ku Hinek Henek dike zêdekirina skêcan e û hemû klişeyên komediye bi awayekî “formel” bikartînin. Her çiqas bi sîstematik û profesyonelî nêzîkî skeçan bibin jî bêtecrûbeyiya wan a televizyonê di skeçan de vê formê naşkîne. Belkî jî loma ne li gora potansîyela xwe ekranê bikartînin.
Weke skêçen Amedsporê, Xaltika Sosê û Perê û Hîvê… Her sê beş jî berê xwe didin tişten rojane û mizaha xwe li ser îroyin ve ava dikin. Tîpolojiya wan jî digihêje hevdu, her çar lîstikvan jî di rola jinên ixtiyar de dilîzin û dixwazin ku dengê xwe û îtirazên xwe bi awayekî mizahî bilind bikin. Mîzah ti tiştî efû nake û her tiştî dikare serobino dike. Di vir de Xaltîka Sosê bi rastî jî nûvedanek pir muhim e. Di “Hinek Henek”ê de Xaltîya Xeyrîya, Perê û Hîvê mixabin tenê dibin argûmanên siyasî û dem diçe xwe ji mizaha “îroyîn” dûr dixe… Ji ber ku mîzah bêyî çîrok û şêweya xwe bi îro re têkilîyekê datîne. Tevgera lîstikvanan zêdetir li ser lîstikvaniya dramatik ve diçe û ev tişt jî mizaha wan sinor dike. Pirsgirêka herî mezin di vir de bikaranîna klîşeyên deformekirî ne. Helbet bikaranîna klişeyan di “Îşev”ê de jî heye lê hemû klîşe bi awayekî nûjen ve hatine şîrovekirin. Ne tenê teqlîdeke xerab e û ne tenê dengekî bi qêrinê ve girêdayî ye. Mînaka Xaltîka Sosê û Xalê Selîm di nezara min de şîroveyên serkeftî ne. Çi ferqa wan heye? Kîjan klîşe xera kirine? Berî her tiştî Xaltika Sosê tuneye, yanî ne heye ne jî tuneye. Tenê bi dengê xwe tevlî lîstikê dibe û xwe vedişere, wekî din dîtina Xalê Selîm û axaftina wî/ê. Ev jî bi tena sere xwe mîna efektên “hebandin/bîyanîkirinê” û bi groteskî derketine. Ev absurdbûn û groteskbûn hem klişeyan xera dike û hem jî bi xwe re kenewerîyê jî diafirine.
Di Îşevê de tiştên nû ceribandin
Her çiqas “cîhê” lîstikvanên jin di “Îşev”ê de kêm bin jî bi awayekî hatiye çareser kirin lê bi giştî heman pirsgirêk ji alîyê lîstikvanên jin ku “dilxwaz”in hatiye dagirtin. Xwezî bi roja ku lîstikvanekî jin, ji rolên hilatî yên “kal û pîran” bêtir bikaribe ji “nifşê xwe” ji derdora xwe bikaribe berê xwe bide mîzaha hemdem. Ev mijareke giştî ya hemû şanogerîya Kurdî ye.
Di “Îşev”ê de tiştên ku bala min li ser e, ew bû ku di her beşa xwe de tiştên nû tên ceribandin û piştî beşa 4an rêzefîlm bi awayekî runiştî berdewam kir. Bi çîrok û şêweya xwe mereqa temaşevanan heta dawîyê hildigire û xwe dide temaşekirin. Hemû ceribandinên wan di beşên pêştir de, bêtir lihevhatî bûn loma bi hêvî me ku ew ê li Batmanê rengekî balkêş “temaşeya kurmancî” xurttir bibe û ber bi ekranê ve biherike.
Di dîtin û nirxandinên min ên van jêrenotan de li aliyekî, hejmara like/ecibandinên ekranê ji bo rengê vê serdemê û ji bo temaşevanê giştî gelek tiştî diyar dike. Hemû bi hev girêdayî ne û li ber çavan e. Helbet her tişt ne hejmar e, carinan bêwate ne.
Herdu bername jî bi rêya xwe ve diçin û dixwazin ku xwe bigihînin temaşevanên xwe. Ji xwe ev tişt bi tena sere xwe karekî serkeftî ye. Her çi kêmasiyên herdu bernameyan hebin jî, bi temaşekirin û geşedana wan, wekî we hemûyan dilxweş im. Ji qewlê Baqî Abê ve “xwe aciz nekin.” Ew ê bi xîreta van ceribandinan baştir bibe Şanogerîya Kurdî… (Rİ/FD)