Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Misircê, navçeya Sêrtê saet di 08.45 deqîqeyan de erd hejiyaye. Li gorî zanyariyên ku Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Lezgîn (AFAD) pileya erdhejê 5 e.
Li gorî Resetxaneya Kandilliyê jî pileya wê 5.2 ye. Bandora erdhejê li Sêrt, Êlih, Çewlig, Dîlok, Amed, Mêrdîn û hin bajarên din ên derdorê bûye.
Erdhej 20 kîlometro di bin erde de pêk hatiye.
AFADê diyar kiriye ku heta vê gavê ji bo rewşeke nebaş agahî negihiştiye ber deste wan.
Osman Hacibektaşoglû, Waliyê Sêrtê jî gotiye ku li navenda Sêrt û Misircê ziyan nîne. Xebatên lêkolînê yên ekîban li gund û gundikan dewam dike.
Rêya di navbera Sêrt û Bedlîsê de hatiye girtin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji ber erdhejê li gundê Ayderê di avahiyan de xesar çêbûye.
Minareya gund hilweşiyaye. Ajansê ragihandiye ku ziyanên bi heman rengî li gelek gundên navçeyê hene.
Ji ber kevir û ber hilweşiyane ser rêya navbera Sêrt û Bedlîsê rê ji çûnûhatinê re girtine. (EMK/FD)