Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nesrîn Sutudeya ku ji ber xebatên xwe yên aştîxwaz û mafparêz, ev du sal bûn di girtîgehê de dihate girtin bi demkî serbest hiştine.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî agahiya serbestiya Sutudeyê ragihandiye. Rêxistina Efûyê di daxuyanîya xwe de gotiye; ‘’Em bi kêfxweşî radigihînin ku Nesrîn bi saya xebat û hewldanên endam, aktîvîst û destgirên me gihaştiye mal û malbata xwe. Em radigihînin ku heta Nesrîn bê şert û merc bi temamî bigihîje malbata xwe û ji cezayê xwe yî 148 qamçîyî û 38 sal û 6 meh cezayê girtîgehê azad bibe em ê xebatên xwe bidomînin.’’
Nesrînê greva birçîbûnê kiribû
Nesrîn Sutude ji ber xebatên xwe yên aştîxwaz û mafparêz yên li hemberî polîtîkayên dewletê yên îstîsmarker, bêrûmetker, cihêkar, sergirtina mecbûrî û cezayê mirinê derdikevin tê dadgehkirin. Sutude ji Hezîrana 2018an û vir de girtî bû.
Di heman demê de Nesrîn Sutude di 10ê Tebaxa 2020an de bi sedema binpêkirina mafên mafparêzên li Îranê, dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Di vê pêvajoyê de, Nesrin Sutudeya ku nehiştin were dermankirin û ji Girtîgeha Evînê birin Girtîgeha Reyê, piştî li cîhanê bi deh hezaran mirovan çalakî li dar xistin, bi demkî hate berdan. (EMK/VU/FD)