Do roja min a ewil bû li dibistanê, li vegera karê ne-onlayn. Bêhna min teng, dilê min bi tirs, û serê min têr-fikar bû wê sibê. Mahdê min nediçû xwarin marinkê jî. Min rismê gedan ê paçik li ber bêvilan û di polê de dianî ber çavên xwe û tevzînok li canê min diketin. Gelo min zêde nûçe û şîrove li ser dahatûya perwerdehîyê xwendibûn an damarê rojhilatîbûnê ez girtibûm da ku ji xwe bêtir bikevim heyra wan tifalan.*
Axir ez û şagirtên xwe çav li çavên hev dikin. Hinek ji me dibişirin, hinek jî sar disekinin…Piştî li hev pirsînê, ez li pişt cama ku ez ji wan veqetandime dest bi dersa awarte dikim û behsa protokola kovîdê dikim. Şerta herî bi min tehl tê ew a ku dibêje “teqez divê şagirt tiştekî li hev par nekin!”e. Nakokîya herî mezin ev e û ji devê me mamosteyan dipeke. Nakokî ye, çimkî par vî çaxî me bi dengê bilind berz dikir û hey digot “parvekirin, qedirdayin e”.
Vegera li dibistanê kêfeke şikandî ye ji bo zarok û naşîyan. Ew hevdû dibînin, lê nikarin-newêrin bi hev re bilîzin; li heman dibistanê ne, lê li hewşê di dema bêhnvedanê de ku hevala-ê wan a herî nêzîk di poleke cuda de be, nikarin bên gel hev, ji ber ku şerteke din jî ev e: “Şagirtên her polekê dê wexta xwe ya bêhnvedanê hebe û lazim e kom tevlîhev nebin.” Her yek li quncikekê tenê dimîne asas.
A ku em mamoste dibêjin ev e, ji bo hefteya pêşîn a vegera li dibistanê: “ Şagirtan têkilî danîna bi hevalan ji bîr kirine wek hawê. Barebarê jî nakin, henekan jî…Pir tirsîyane û hatine tirsandin…”
Barê me kedkarên perwerdehîyê dîsa ji me girtir e. Lazim e em germahîya canê wan bipîvin, mase û kursîyan dezenfekte bikin, hay ji paçika ber devê xwe û ya wan hebin û di vê seknê de bibin model. Mecbûr em ê henekê xwe jî bi mirinê bikin(!) carinan da ku şagirt karibin dîsa bikenin û bi ser hişê xwe ve werin, li dersê vebin, bipeyivin, bipirsin û bitirîyan jî bikin. Armanceke me ya nû jî: Bila ciwan bi ciwanîya xwe bihesin e.
Birra ev çima em behsa piştî pandemîyê nakin!? Bi mehan e em dibînin ji xwe bê ka ev pandemî çawa mala hinan xerab dike. Ya ku em hîna nabînin û nizanin, rewşa cîhanê ya piştî pandemîyê ye. Di qada perwerdehîyê de meriv ji xwe dipirse û dibêje: “Gelo em ê naverokên dersan çawa veguherînin ji bo xatirê nifşa nû hînî “hêza hevkarîyê di çareserkirina pirsgirêkên li ber derî û gerdûnî de” bibin. “Me mirov ji hev huqasî dûr xist, ji mecbûrî bû; lê ka dê çawa bên gel hev dîsa, da ku karibin bi-hev-re-bifikirin vê carê?” Eger em bi-hev-re nefikirin, dê çareserî ya danekê be! Takekesî ehmeqî ye, ma me tevan nedît!?
*tifl(bi Erebî)= tifal, zarok, gede, sêlek,sebî (bi Kurdî)
Vallbona, Barcelona