Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekitiya Doktoran a Tirkan(TTB) bersiva banga Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ku gotibû bila TTB were girtin û biryarên edlî ji bo rêveberên wê werin derxistin, daye.
Konseya Navendî a TTByê di daxuyaniyê de diyar kiriye, TTBê berpirsiyariyên xwe yên “gerdûnî, etîkî û qanûnî” pêkaniye û gotiye:
“TTB neçare ku di warê tenduristiyê û jiyanê de di çarçoveya gerdûnî, yasayî û berpirsiyariya etîk de raya giştî agahdar bike.”
“TTB û doktor wekî duh çawa berpirsiyariya xwe anine cîh wê îro jî sibê jî di pêkanîna vê berpirsiyariyê de berdewam bin. Em weke endamê Konseya Navendî a TTByê xwediyê gotinên xwe ne û li ser wezîfeya xwe ne.”
Çi bûbû?
TTByê ji bo baldariya derbarê nexweşiya Covid-19ê zêdetir bike û tedbîr bêhtir werin standin biryar dabû ku di navbera 14 û 19ê Îlonê de di bin navê #YönetemiyorsunuzTükeniyoruz (Hûn nikarin birêve bibin, em ji navê diçin) de çalakiyan li dar bixe.
Devlet Bahçeliyî gotiye bila TTB were girtin û ji bo rêveberên wê biryarên edlî werin standin.
Bahçeliyî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye:
“Rêxistina îxaneyê ya bi navê Yekîtiya Doktoran a Tirkan qaşo bi hinceta ku balê bikişîne ser zêdebûna nexweşiyê, mirovên me yên dimirin û xebatkarên me yên tenduristiyê wê li hemû saziyên tenduristiyê qordeleya reş daliqîne! Ev hewldan komployeke bijehr û zivarî ye.
“Banga min ev e: Yekîtiya Doktoran a Tirkan di vê dema hesas a îro de, derbarê tenduristiya mirovan û civakê de şik û gumanên bêbinyad belav dike. Ji ber vê sedemê divê demildest ve Yekîtiya Doktoran a tenê di navê wê de Tirk heye were girtin. Divê ji bo rêveberên wê biryarên edlî werin dayîn.”(TP/AY/FD)