Wêne: Liyan Demirel
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Merheba, navê min Liyan Demirel e. Ez ê îro ji we re behsa qutkirina elektrîkê ya li Mêrdînê bikim. Li Mêrdînê car caran tevahiya rojê elektrîk qut dibe. Çi zivistan çi havîn di tevahiya salê de bi saetan elektrîk qut dibin. Gelekî zelal e ku mirov gelekî gilî û gazindan ji vê rewşê dikin.
Destpêkê em berê xwe bidin metka min Xurşîde Demîrelê. Ka em telefonî wê bikin. Di vê navberê de X di tirkî de weke H tê xwendin. Kerem bikin, bixwînin.
Liyan: Dema elektrîk diçe hûn xwe çawa his dikin?
Xurşîde: Di rojên germ ên havînê de 2 yan jî 4 saetan elektrîk qut dibe. Dema gelekî germ be dêrûniya me têk diçe û em xwe gelekî xirab his dikin.
Liyan: Wê gavê hûn çi dikin?
Xurşîde: Ji bo hinekî hênik bibe em derî û pencereyan vedikin. Lê rojên gelekî germ feda vê nabe. Bayê germ ji derve tê.
Liyan: Hûn tiştekî din dikin?
Xurşîde: Car caran dema em xwe tavêiin bin siya dereke û li wir hinekî hênik dikin.
Liyan: Baş e, ev bi kêrî tiştekî tê?
Xurşîde: Na, zêde bi kêrî tiştekî nayê.
Bi qasî ku tê bîra min gava dawiyê ez çûm Mêrdînê ev tişt qewimîn: Bi min wisa tê ku kalkê min ji me re lehmecûn kirî bû. Paşê elektrîk qut bû û li şûna petekan me sobeya tupan vêxist. Û gava elektrîk qut dibe mirov gelekî tirsiyan.
Lewre ditirsiyan ku wê nikaribin pêdiviyên xwe pêk bînin. Ji ber ku gelekî sar bû û ji nexweşiyê ditirsiyan. Elektrîk dema diçe kelûpelên elektronîkî naxebitin û tiştên divê di sarincê de veşêrin xerab dibin. Bi şev dema elektrîk qut dibe min dît ku mirov gelekî dikevin tengasiyê.
Niha em ê bi Hanife Serktayayê re biaxivin ku li Qoserê dijî.
Liyan: Tu zivistanan çawa dikarî bidebire?
Hanife: Em li bendê dimînin ku elektrîk were. Ji bo xwe germ bikin em sobeya êzingan dadidin.
Liyan: Baş e, bi kêrî tiştekî tê?
Hanife: Ji bo xwe germ bikin bi kêr tê lê mana di tarîtiyê de zehmet e.
Liyan: Ji bo ronahiyê hûn çi dikin?
Hanife: Em mûman vêdixin. Helbet mana di tariyê de gelekî zehmet e.
Bi xatirê we. Ez hêvî dikim ku êdî li Mêrdînê elektrîk qut nebin. (LD/RT/FD)