Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
33 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên ku di 2yê Tîrmeha 1993yan de li Otela Madimakê ya Sêwasê hatibûn qedilkirin, di 27em salvegera qetîamê de hatine bibîranîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bernameya bîranînê bi pêşekiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalî de pêk hatiye. Beşdaran xwestine bimeşin lê Walîtiya Sêwasê bi sedema koronavirusê destûra meşê nedaye. Piştî hevdîtinên bi Walîtiyê re beşdar heta ber bi avahiya Turk Telekomê ya li Meydana Walîtiyê ve meşiyane. Ev der 600 metre nêzîkî Otela Madimakê ye.
Di dema meşe de fotografên qurbaniyan hatine hilgirtin. Bernameya îsal li ser navê doktor û helbestvan Behçet Aysanî hatiye li dar xistin ku yek ji qurbaniyên qetlîamê bû. Ji ber wê jî beşdaran pêşmalkên spî li xwe kirine.
Çalakvan piştî meşê çûne ber Otela Madimakê û qurnefîl danîne wir. Li vir ji bo rêzê nîşanî qurbaniyan bidin demekê bêdeng mane.
*Fotograf: MA
Kaplan: Nabe ku çapemeniyî alîgir be
Nûnerên rêxistinên elewiyan, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komarî ya Gel (CHP) û her weha nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî bernameyê bûne.
Ganî Kaplan, Serokê Giştî yê PSAKDê liv ir axiviye û diyar kiriye ku tevî 27 sal bi ser komkujiyê de derbas bû ye, hêj rûbirûbûn nehatiye kirin: “27 sal berê Serokwezîra wê demê ji bo qatilan got ‘xwedê şikir tiştek ji wan nebûye.’ Heke li sûcek pişt komkujiyê digerin bila çapemeniya herêmî were darizandin. Em manşetên çapemeniya herêmî yên beriya komkujiyê û pişt re baş dizanin. Nabe ku çapemenî alîgir be. Çapemenî wîjdanê gel e. Heta ku Madimak nebe muzexaneya şermê em ê werin vir. Û ku Madimak bibe muze jî em ê heta hetayê werin vir. Em ê heta dawiyê şehîdên xwe li vir bibîr bînin.
“Canê hemû hevalên me ji canê 33 şehîdên me ne bi nirxtir e. 27 sal in em bi vê dirûşmê bîranînê li dar dixin û em ê ji şûn ve jî li dar bixin. Rêya li hevhatina bi elewiyan re bi lêborîn xwestinê mimkin e. Em ji dewletê li benda vê sozê ne.”
Guzelgul: ‘Hişmendiya Madimakê didome’
Huseyîn Guzelgul, Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşî û Elewiyan jî gotiye, hişmendiya ku Madimakê pêk anî îro jî li ser kar e û didome û heta hesab were pirsin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Karababa: “Xwişka min bi saxî şewitandin’
Huseyîn Karababa, birayê Gulsun Karababaya ku yek ji qurbaniyan e bertek nîşan daye û gotiye, divê ji komkujiyê re “bûyer” neyê gotin. Karababayî wih berdewam kiriye: “Ev 27 sal in em bi hev re têdikoşin. Em bîranîna îsal em li ser navê Behçet Aysanî dikin. Ez li vir bang li dewletê dikim; ev ne bûyerek e, ev komkujiyek e. Xwişka min wefat nekiriye. Xwişka min bi saxî hat şewitandin. Çawa hûn dibêjin wefat. Ev komkujiyek e ku bi piştgiriya dewletê pêk hatiye.”
Tulay Hatimogûllari, Endama Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDPyê jî axiviye û wiha gotiye: “Li ser vê axê komkujiyên li ser elewiyan ewqas pir in, nayên jimartin. Lê em ê ti carî cangoriyên xwe ji bîr nekin û em ê wan bibîrbînin. Em ê semahên xwe li dora wan bigerînin.”
Qetlîama Sêwasê2yê Tîrmeha 1993yê li Sêwasê Bernameya Çandê ya Pir Sultan Abdal hatibû organîzekirin. Ev bernameya ku bi piştgiriya Wezareta Çandê û Walîtiya Sêwasê wê bihata çêkirin, rastî êrîşa bi sedan kesan hat. Êrîşkaran sloganên weke "Wê Sêwas ji laîkan re bibe goristan" berz dikirin. Li gorî êrîşkaran, beşdarên bernameyê heqaret li ola Îslamê û li Pêxemberê wê kirine û ji ber wê êrîş birine ser wan. Beşdarên bernameyê ji ber êrîşê di Hotela Madimakê de asê mabûn. Êrîşkaran agir bera hotelê dabûn û di encamê de 33 jê beşdarvanên bernameyê, du jê karkerên hotelê, du jî êrîşkar, bi giştî 37 kes miribûn. Di heman êrîşê de 14 jê polîs, 65 kes birîndar bûbûn, 40 kes jî bêyî derbê bixwin rizgar bûbûn. Nivîskarê navdar Aziz Nesin jî yek ji wan bû ku birîndar bûbû di dema êrîşê de. Hozan Muhlis Akarsu, helbestvan Metin Altiok, Behçet Aysan, nivîskar û lêkolîner Asim Bezirci jî tê de kesên ku di dema şewatê de mirine ev bûn: Muhibe Akarsu – (35 salî, mêvan) , Muhlis Akarsu – (45 salî, hunermend) , Gülender Akça – (25 salî, hunermend) , Metin Altıok – (52 salî, helbestvan, nivîskar) , Ahmet Alan – (22 salî, hunermend) , Mehmet Atay – (25 salî, rojnameger) , Sehergül Ateş – (30 salî, hunermend) , Behçet Aysan – (44 salî, helbestvan) , Erdal Ayrancı – (35 salî, derhêner) , Asım Bezirci – (66 salî lêkolîner, nivîskar) , Belkıs Çakır- (18 salî, hunermend) , Serpil Canik –(19 salî, hunermend) , Muammer Çiçek – (26 salî, aktor) , Nesimi Çimen – (67 salî, helbestvan, hunermend,) , Carina Cuanna – (23 salî, Rojnamegera Hollendî) , Serkan Doğan – (19 salî, hunermend) , Hasret Gültekin – (23 salî helbestvan, hunermend), Murat Gündüz - (22 salî, hunermend) , Gülsüm Karababa –(22 salî, hunermend) , Uğur Kaynar – (37 salî, helbestvan) , Asaf Koçak – (35 salî, karîkaturîst) , Koray Kaya – (12 salî, zarok) , Menekşe Kaya – (17 salî, hunermend) , Handan Metin – (20 salî, hunermend) , Sait Metin –(23 salî, hunermend) , Huriye Özkan – (22 salî, hunermend) , Yeşim Özkan – (20 salî, hunermend) , Ahmet Öztürk – (21 salî, karkerê hotelê) , Ahmet Özyurt – (21 salî, hunermend) , Nurcan Şahin – (18 salî, hunermend) , Özlem Şahin – (17 salî, hunermend) , Asuman Sivri – (16 salî, hunermend) , Yasemin Sivri – (19 salî, hunermend) , Edibe Sulari – (40 salî, hunermend) , İnci Türk – (22 salî, hunermend) , Kenan Yılmaz – (21 salî, karkerê hotelê). |
(TP/FD)