Fotograf: Yê aliyê rastê Biroyê Heskî Tellî û kesê çepê Zilan Bey (Ardaşes Muradyan)
Çavkani: Rohat Alakom
Resûlkê ji eşîra Sakan bû. Şervanekî Serhildana Agirîyê ye. Di destpêka serhildanê bigire heta dawîyê di nava şêr da cî girtîye. Li çîyayê Girîdaxê digiheje Biroyê Hesikî Tellî di keleka wî de heta dawîya serhildanê têkoşîye. Di seran serê serhildanê de ew hetanî têkçûna wê di nav de dimîne. Piştî serhildan têk diçê ew jî mîna gelek kesan derbasî Îranê dibe. Salan şûndatir dizivire Bazîdê. Di sala 1962an de jî li Bazîde diçe ser dilovanîya xwe.
16 Gulanê, weke tê zanînê ev dîrok salvegera destpêka serhildana Agirîyê ye. Ji bo minesebeta salvegerê ez diçim nav bûyerên rojên bihûrî. Min îro carek din bi şanazî, dilxweşî bîranînên şervanên Gilîdaxê xwend. Ji bona wê roja dîrokî min xwest ez biranînên Resûlkê bînim ziman. Her çiqas di dilê mirov de hestên serbilindîyê bo wê demê xurt dibin jî, lê ew dem û dîrok her wisa rojên trajîk, dijwar, kuştin û binpêkirina miletekî jî bûn.
Serhildana Agiriyê
Serhildana Agirîyê heta dawîya sala 1931ê berdewam kirîye. Di nav serhildanên kurdan de bi gelek aliyên xwe ve cûda ye. Taybetmendiya serhildana Agirîyê ev e ku serhildan li ser bingeha neteweyî, bi pêşengiya gelek kesên siyasetmedar, rewşenbîr û welatperwer hatiye birêvebirin. Serhildan ji aliyê rêxistina Xoybûnê ve hatiye organîzekirin. Xoybûn di nav rêxistinên kurdan de ya herî zêde yekgirtî û neteweyî bû. Weke serhildanek demdirêj û bi bandor di nav dîroka kurdan de cihe herî baş girtîye. Di alîyê dewletê de neheqîyeka pir mezin li dijî Kurdan hatibû meşandin, ya ku îroj jî berdewam e. Ji ser wê re niha 94 sal derbas bûn, li alîkî de ev rewş hîn didome û li aliyên de jî Kurd jî ji bo mafên xwe yên netewî berxwe dane heta roja îroyîn...
Pirtûka "Gilîdax Bêxwedî Nîn e"
Yilmaz Çamlibel û Nîhat Gultekîn
Di pirtûka “Gilîdax Bêxwedî Nîn e” de nivîskar Yilmaz Çamlibel tevî Resûlkê behsa serpêhatî û bîranînên çend şahidên din jî dike. Havîna sala 2013an dema nivîskar hatibû Bazîdê ez çûm zîyareta wî. Dema me hev dû re xeber dida gotin hatibû ser xebatên dîroka devkî, berhevkirin û tomarkirina bîranînan. Min şahidên Araratê û Gelîyê Zîlan ra çiqas hevpeyvînên kirîye jê re behs kir. Kekê Yilmaz bi kesereke giran û bi dilekî şewat ez guhdar kirim. Her çiqas bo xebatên min dilxweş bibû jî, ji ber zêdetir xebat nehatine kirin jî xemgîn bibû. Ez gelek bin tesîra wî de mabûm.
Miletên din di dîroka wan de bûyereka biçûk diqewime, li ser lêkolînan dikin. Sewa heta hetayê neyê ji bîrkirin dikevin nava cûr bi cûr xebatan. Li ser bûyerê kitêbên wêjeyî dinivîsin. Bi filmên sinemayê, lîstikên şanoyê, wêne û nîgaran û xebatên bi vî rengî him di bîr û bawerîya miletê xwe da him jî li pêşîya çavê dinê zindî dikin. Li cem me kurda hewqas tişt diqewimin, lê em bê li ber pêşa xwe naxin. Ez aniha difikirim xemginîya birêz Çamlibel ji ber wê yekê bû.
Piştî axaftina me, Kekê Yilmaz bîranînên Resûlkê yên di pirtûka xwe da nivisîne nîşanî min dan. Ji min ra wiha behsa Resûlkê kir; “Xalê Resûlkê, şeş salan di nav şer de kar û xebat kiribû. Wî her tişt bi çavê xwe dîtibû. Min çiqas jê rica dikir jî, ji min re tiştek nedigot. Nizanim çawa bû, rojekê li zozanê Eladaxê em bi hev re çûn ser kanîya fêza konan û li wir rûniştin. Xalê Resûlkê bi dengekî nizm bi min ra xeber da; birangê min ê delal, dêmek tu şerê Gilîdaxê meraq dikî, erê? Bi rastî ez naxwazim li ser wan rojan xeberdim. Ji bo xatirê te, hinek tiştan bêjim. Lê gidî! Nebe ku tu ji yekê dinê ra bibêjî. Ez naxwazim serê te bikeve belayê.
"Ez di dema firariya xwe de li wan deran pir geriya bûm"
Gundê Biroyê Heskî Tellî - Çavkanî: Nîhat Gültekin
Zevtîyên Romê li min digerîyan, ku min bişînin ekserîyê. Ez, ber vê yekê, serhilatî bûm. Min her xwe nedida dest. Gava Biro bi Romê re kete şer, ez çûm gihîştime wî. Ji gelek eşîretan, însan hatibûn Gilîdaxê. Du sal paşê, Îhsan Nûrî Paşa jî hat.
Em pênc, şeş, deh, car carna jî panzdeh kes dihatin ba hev, dibûn desteyek. Yekî zana û jîrhatî jî dibû serokê desteyê. Ez di nav desta Eloyê Besê da bûm. Em ê çawa nîşan bigirin, çawa gulle biteqînin, çawa xwe veşêrin, çawa hicûm bikin, hemûşka hînê me dikirin. Ji me ra digotin; ”Tu caran teslîmê Romê nebin. Di tengasîyê da an paşve vekişin, an jî heta mirinê şer bikin.” Me jî wisa dikir.
Efendî bi serê te kim, ekserê Romê gelek tirsonek e. Gava me gulle diteqand, hema esker bi xwe teslîmê me dibûn, an jî me ewana teslîm digirtin. Me nan û ava xwe bi wan re parve dikir. Emrê Nurî Paşa wisa bû. Helbet nan têra me nedikir. Ji bo wê jî me hêsîrên Romê berdida. Her weha cebirxanên me jî pir kêm bûn.
Rojekê me bîhist ku Filekî[1] ji Rewanê hatîye kirê Gilîdaxê. Digotin Filê Rewanê dixwazin tiving û cebirxane bidine Kurdan. Çend roj paşê desta me, bi Xalis Begê Evdilmecîd Begê ra, em çûn sînorê Ûris.
Ez di dema firarîya xwe da li wan deran pir gerîya bûm. Li wê heremê şareza bûm. Min him qerewêlî, him jî rêberîyê dikir. Bi şev diçûn û bi roj jî me xwe vedişartin û piçek jî radizan. Di buhurekî da me xwe li Çemê Erezê xist. Em gihiştîbûne nîvîya çem. Eskerên Ûris gulle berdane me. Alîyek jî dikirine qîre qîr.
Di nav me da kalekî ji eşîra Birûkî hebû. Wî Ûrisî dizanibû. Xalis Begê vegerîya û ji kalê ra got; “Kalê ji van ra bêje, ku em çekdarên Îhsan Nûrî Paşa nin. Em dixwazin herine Rewanê bo karekî, pişt ra emê paşve vegerin.” Lê ewana guh nedane me û diqîrîyan digotin;”Eger hûn pêşta werin, emê we bikujin.
"Tengasiya me ji alî dixtor û dermanan de bû"
Em por û poşman paşda zivirîn. Xalîs Begê digot, “File dixwazin alîkarîyê bidine me, lê kafirê Ûris nahêle.” Gelek File hatibûn cem me. Tev xwedanê dezge û sinet bûn, xwedan fereset bûn. Potîn, pêlav, palasqe û kincên me didrûtin. Ji ker û qantiran ra palan çêdikirin. Tivingan diselihandin.
Tengesîya me ya herî mezin ji alî dixtor û dermanan de bû. Jina Îhsan Nûrî Paşa jî, jinek xwedan feraset bû. Ew bûbû dixtorê me. Birînan derman dikir. Gelek keç, bûk û jinan jî hînî wî karî kiribû.
Me di nav zelûlîyê da bi kafirê Romê ra şer dikir. Ax efendî, ax! Nuha tiştekî bibêjim, dibe ku tu bawer nekî. Welehî, bilehî, Rom bi hezaran kes bû, em sed kes hebûn yan tune bûn, me dîsa berî wan dida. Wana tiving û cebirxanên xwe di cî da dihîştin û direvîyan. Çi anî serê me, teyaran anî. De me yê çawa bi teyaran ra şer bikira? Ew li ezmanan bûn, em li erdê!
Dijminên me tenê Tirk nebûn. Me bi Ûris û Eceman ra jî şer dikir. Ez kor bim, Nûrî Paşa digot; Ecem xizmên me ne, kurapê me ne. Nîvê hevalên me, bi gulê Eceman hatin kuştin. Kuraptîya van serê van bixwe.
Biroyê Hesikê Tellî, mêrekî çar gurçik bû, dilpola bû. Ferzende Beg, Reşoyê Silo, Eloyê Besê, Şêx Zahar, Têmûrê Şemskî, Keremê Qasê, Seyîdxanê Kerr, Elican, de kê bêjim, kê nebêjim… Egitên mîna wana nehatibûn rûbarê dinyayê. Çavên min kor bin, ji wan mêrxasan ra. Rehma Xwedê li wan be. Cinet mekan bin îşela.”
Bi bîranîna rojên, dîrokî ji bo jiyana me tê çi wateyê divê em bi kuranî bifikirin. Bîranînên bi vî rengî weke gel ji bo me bar nîne. Bîlekîs em bi bîr neynin barên me yê girantir be. Ez difikirim ku bi minesebata ve roja han kesera dawîya şerê çîyayê Gilîdaxê, kesera serok û xweşmêrên me kurda di şexsê Resûlkê da bi bîrbînin û xemên dilê xwe bidin revê.
Lêkolînên Yilmaz Çamlibelî
Di wê sohbeta me da kekê Yilmaz qala salên 1950-1960î dikir. Ew çax panzdeh- bîst salî bûye. Di derheqê lekolîn û wan xebatên din de ew çax mirovekî pispor û gihîştî nebûye. Wan salan ancax çend kesan îqna dike û ji wan re xeber dide. Dema wan salan li ser bûyeran dîrokî lêgerîn û lêkolînan dike der û dorên wî gelek kes jê re dibêje; ”Lawo tu çima van tiştan meraq dikî? Tu bela xwe digerî. Wele ez tiştekî nizanim. Min ne tiştek dîtîye, ne jî bihistîye.” 60-70 sal berê tevgera sewa tiştekî bi wî rengî di rêya gel da olam û qulixayîka gelek mezine. Ew çax li nava civaka me da zêde xwendekar, zana û rewşenbîr tune bûn. Ciwanên kurda di hêla xwendinê de zedê pêşketi nînbûn. Wan çaxa zêde kes li ser pirsa netewî jî nedisekinî. Ji ber ku serîhildanên kurdan di wan salan de têk çûbûn, hemû gund, navçe û bajarên welat ketibûn binê bêdengîyeke mezin. Li her derê welat tirs û xofa dewletê serdest bû. Dema min xebatên tomarkarîye di derheqê agahîyên wan bûyeran dikir, gelek caran astengî derdikete pêşîya me. Ji wan sedaman mirov curet nedikir here her derê û her kesî ra xeber bide. Curetkirina sewa vî karî îro bo netewa me qulixayîka mezin e. Merî pê gelek dilşa dibe. Em îro şanaz û serbilind in ku ew bîranîn gihîştine ber destê milete me. Serbilindîye ku em li ser van bûyeran xeber didin, lêkolîna dikin û hin nivîsa reş dikin. (NG/FD)
Çavkanî ;
Yılmaz Çamlıbel Gilîdax Bêxwedî Nîn e. Weşanên Deng
Hevdîtina min û Yilmaz Çamlibel. 02.08.2013 Bazîd