Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Zilamek pala xwe daye şibakeyê. Şibakeya ku tîrêjên rojê ew sincirandîye. Zilam nîv xewarî ye. Diheje. Diheje weke ku di dergûşa zarokatîya xwe de be. Wisa xuya ye di jiyanê de sitarek wî çênebûye. Kumê wî tim li serê wî û ew tim di rêyan de bûye.
Qermîçokên te çiqas xemgîn in xalo!
*
Dîmeneke ku ji rûyê mirovekî bêçare pekîyaye ser rûyê mirovahîyê û ew di xwînê de hiştîye; tu di erênayan de dijî û jiyana te jî bûye erênayek. Herdu guhên te dengên dijberî hev seh dikin. Tu weke heyîyekî ku aqil weke tacekî danîne serê te (û di heman demê de ew e ku ji mêj ve bûye bela serê te) lê di eslê xwe de tu “bêyî aqil” tev digerî û weke “dînekî” dijî. Di vê sedsalê de Sofoklesek an jî Antîgonesek jî tuneye! Trajedîyeke ku nayê nivîsîn heye. Û “êş”ek êşeke ku hemû mêzînên dinyayê nikarin wê biwezinîn. Di bin giraniya “êş”ê de mêzîn jî bê wate dibin.
*
Xortek ku di tenhatî û valahîya bajarekî mezin de dixwaze “xwe” aş bike. Dixwaze tenêtiya xwe bi hevaltîya pisîkekê re parve bike. Lê pîsikên vî bajarî jî nema bi hevaltîya mirovan qayîl dibin.
*
Wêneyek bi dîwar ve daliqandî ye. Xweza, mêrg û deşt. Kalekî pîr li ser kevirekî runiştîye. Bi çavine mişt xemgînî û bi hêvî li cîyekî dûr dinêre. Destekî wî ber bi jêr ve ye... Weke ku dixwaze ne-ebedîbûna jiyanê nîşan bide. Di destê din de jî qelûnek. Qelûneke kevn. Kalê ku li ser kevir runiştîye bi vê sekna xwe tevlî tiştên der-dîrokî dibe. Ji ber ku ev wêne ji serdemên herî kevn heya niha xwe ji hemû tiştên dijwar parastibû û mabû roja me ya îroyîn. Ji vî wêneyî xemgînîya kalo pê re jî xumamîya dîrokê çavê xwe ji me re dişkîne. Henekê xwe bi me dike.
*
Zilamek di parêza jiyana xwe de runiştibû û li mirina xwe seyr dikir. Bi çavên zenûn û xemgîn li mirina xwe dinihêrt. Destê xwe bi kursîya xwe ya ku li ser runiştibû şidandibû û nedixwest ew û mirin pêrgî hev bên. An jî çend bihost nêzî hev bibin. Û jinikek jî bi dengekî kelogirî dikenîya.
*
Newaya wan dibû cîhana “bîr”anînan. Ev newa dibû find û wan di şikeftên bîra wan de li cîyê herî talde digerand. Ditirsin pêlî mayînên hişê xwe bikin. Xemgîn dibin. Bêyî hemdê xwe hêsir ji çavên wan dibarin. Bîranînên ku di hişê wan de tert girtibûn radikirin, diavêtin “bîr”an, bîrên bêbinî.
*
Ba û dar govendê digerînîn, dîmeneke zahf xweş e. Çend jin bêyî haya wan ji hevalbendîya dar û bayê hebe behsa xwezîyên xwe dikin. Û ez vê kêlîyê di tama beybûnê de temaşevana şevê me.
*
Tu diêşî, ez diêşim, bi me re hemû dinya diêşe. Êşeke bêhempa ye û destpêka zayîna zayînê ye. Watedarî û ne-watedarî ji heman makê dizên. (DA/FD)