Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
“Min li du xwe stêrk hişt
Hevjîna xwe dam giryan û hişt
Min dile xwe vala girt
Hûnê çawa bizanibin
Ka ez ji kê xeyîdîme”
Ahmet Kaya
Ti kes bi daxwaza xwe naçe. Derfet mirov neçar dihêle û mirov diçin. Gelo ti keseke bi daxwaza xwe û bi dilekî coş naçe? Bêguman yên wisa jî hene. Lêbelê çi hikmeteke ku ji vê yekê re nabêjin koçberiya mecbûrî an xwestî, dibêjin malbarkirin.
Li Tirkiyeyê bi taybetî di salên dawî de gelek kes dixwaze biçe welatên din. Kesên ku êdî mecbur in plansaziya jiyana xwe bikin, di van demên dawî de an bi demkî an jî heta dawiyê behsa “çûyîn”ê dikin. Ji bo hin kesan diyare ka piştî çûyînê wê li wir çi karî bike. Lê hin kesên din bes behsa çûyînê dikin.
Gelo çûyîn wisa hêsan e? Dema diçin her tişt çareser dibe? Weke fîlmeke nexweş ku mirov nîvî de qut dike û yeke nû vedike hêsane e ka ji wan pirsgirêkan bifilte?
Kesên ku dixwazin ji Tirkiyeyê dûr bikevin cara yekem Almanyayê tînin bîra xwe. Ne ji ber tîpa “A”yê di heman deme de tîpa yekem ya Alfabeyê ye jî. Navbera her du dewletan de dîrokekê pêywendiyê heye. Di salên 1900an de “dema Almanya têk çû, Tirkiyey jî têk çû”. Pişt re Şerê Cîhanê yê Duyem pêk hat. Di vê pêvajoyê de “ji ber daxwaza Almanyayê” kedkaran dest bi çûyîna Almanyayê kirin. Pêywendiyên di vê demê de têkiliyên herdu welatan xurt kiriye. Ji wê demê heta niha li Almanyayê hejmara welatiyên Tirkiyeyê gihiştiye nêzî 3 milyonan.
Di sala 2013an de 10 hezar û 388, di sala 2014an de 10 hezar û 748, di sala 2015an de jî 10 hezar û 690 welatiyên Tirkiyeyê ji Almanyayê destûra rûniştinê girtine.
Di sala 2013an de 1465 kes ji bo perwerdehiyê, 1307 kes ji bo xebatê, 6 hezar û 966 kes jî bi zewacê ve hatine Almanyayê. Di sala 2014an de 1327 kes ji bo perwedehiyê, 1352 kes ji bo xebatê, 7 hezar û 317 kes jî ji bo zewacê hatine Almanyayê. Di sala 2015an de 9987 kes bo perwerdehiyê, 12 kes bi vîzeya lêgerîna xebatê, 972 kes ji bo xebatê, 8 hezar û 667 kes jî bo zewacê hatine Almanyayê.
Li Tirkyieyê di sala 2016an de herî zede behsa çûyînê hat kirin. Di vê salê de 9661 welatiyên Tirkiyeyê ji Almanyayê destûra rûniştinê girtine. %76Ê wan kesn ji bo zewacê çûne Almanyayê. Me bi keseke ku di sala 2016an de bo zewacê hatiye Almanyayê re hevdîtin kir.
Şikestina piştî meha Tîrmehê
Navê kesekî X ye. Wî di çêkirina çend belgefîlman de cih girtiye. Carcaran ji qanalake ne ya ji çapemeniya deshilatdar de jî xebitiye û niha ew qanal hatiye girtin. Cara yekem di Adara 2016an de hatiye Almanyayê. Sedema vîzegirtina wî, dîsa çêkirina belgefîlmekê ye. Beriya ew were Tirkiyeyê bi jineke Almanî re hev nas kirine û tekiliya wan dest pê kiriye. Ji xwe ji ber vê yekê wî teklîfa kar a li Almanyayê qebûl kiriye. Her ku çêkirina belgefîlmê dirêj dibe, ew jî dema vîzeya xwe dirêj dike.
Wî jî weke wan 7 hezar û 344 kesan, di meha Tîrmehê de destûra rûniştinê girtiye. Dildara wî, ji wî zêdetir bûyerên li Tirkiyeyê ji xwe re xem kiriye û piştre teklîfa zewacê li wî kiriye. Wan malbatên xwe jî derbarê biryara xwe de agahdar nekirine û dawiya meha Tîrmehê de zewicîne. X, ji wê rojê vir ve qet neçûye Tirkiyeyê. Bêguman ew bêriya Tirkiyeyê jî dike.
Herî dawî di Hezîrana 2016an de çûye Tirkiyeyê. Wî biryar daye ku berpirsyayiya xwe ya ji bo mayîna li vir pêkbîne. Niha bi derdên weke destûra rûniştinê, barkirina malê, fêrbûna ziman û jiyaneke din mijûl e. Ew piştî xebata rojane diçe qursa zimanê Almanî û hewl dide bi tevli rengê jiyana vir bibe.
Mêvanê mayînde
Hejmara kesên ji bo perwerdehiyê hatine Almanyayê jî 842 ye. Ew kesana xwendekarên lîsans, master û doktorayê ne. Yek ji wan jî G. ye. Ew jî di warê zanistên civakî de teza xwe ya doktorayê dinivîse û ji bo salekê weke xwendekarê mêvan hatiye Almanyayê. Lêbelê dema ku ew hatiye, daxwaza bi temamî li Almanyayê mayîn jî hebûye.
G. di meha Îlonê de hatiye Almanyayê. Di sala borî de ji malbata wî hin kesan canê xwe ji dest daye û ew ji ber vê yekê gelek xemgîn e. Ji xwe mebesta wî yê hatina vir de xwestiye ku mekanê xwe biguherîne û ji wî derûniya nebaş hinek dûr bikeve. Lêbelê hîngî hatiye vir di aqlê wî de tenê tiştek heye: Ji statûya xwendekariya mêvan derkeve û perwerdehiya doktorayê ji vir bidomîne. Sedema vê daxwaza wî jî ew e ku, ji bilî li Tirkiyeyê zext û êrişên ser akademîsyenan, ji bo xwe nikare plansaziya siberojê bike. Eger bikaribe perwerdehiya xwe ya doktorayê li Almanyayê bidomîne, îhtîmal e ku di kadyoya akademiyê ya zanîngehê de jî cih bigre.
Niha li ser mayîna vir û nivîsandina teza xwe dixebite. G. di hin warên werzîşê de jî serkeftî ye û lîsansa wî ya antronorıyê jî heye. Ew vê yekê ji bilî doktorayê weke planeke din a ji bo mayîna vir dibîne.
Li du jiyaneke nû
Kesên ku bi vîzeya ji bo legerîna kar hatine Almanyayê di vê îstatîstîkê de gelek kêm in. Hejmara wan kesan 9 e û yek ji wan jî Ş.Ş. ye. Wî jî li Tirkiyeyê di warê mûzîk û hunerê de organîzatorî kiriye. Lêbelê di sektora wan de jî di demên dawî de kar gelek kêm bûye. Wî jî di 49 saliya xwe de bi wêrekî biryar daye ku li Almanyayê bijî.
Zaroktiya wî li Almanyayê derbas bûye. Her çiqas ku wî ji berê ve ziman, çand û jiyana Almanyayê nas kiribe jî, hevjîn û zaroka xwe ya piçûk li Tirkiyeyê hiştiye û çûye.
Ew wiha behsa vê pêvajoya çûyînê dike: “Bêîstîkrarbûna li welêt û nediyariya siberojê.” Ew ev demek e li Almanyayê cem hevalên xwe dimîne û perê wî hindik e û bi vî awayî hewl dide ku ji xwe re karek peyda bike. Mebesta wî ew e ku karê xwe yê organîzatoriyê li vir jî bidomîne. Lêbelê bi taybetî li Berlînê wisa hêsan nîn e ku di vî warê de mirov di nav aliyan de cih bigre. Wî biryar daye zaroka xwe jî bîne cem xwe, lê hevjîna wî dê li Tirkiyeyê bimîne.”
Dewletê wî şandobû, lê bû mexdûrê dewletê
Tuba Inal Çekiç akademisyen e. Wê di sala 2016an de weke akademisyena mêvanî şandine Zanîngeha Humboltê. Lêbelê wê bi KHKyê piştre ji kar avêtine. Di meha Hezîranê de keîa xwe ya piçûk jî aniye cem xwe û piştre hevjînê wê Alper jî çûye gel wê. Alper dibêje: “di rastiyê de koçberî tişteke bêdawî ye.” Lê Tuba wiesa difikire ku bi tecrube û hevgirtina di Geziyê de mirov dikare li Almanyayê bijî.
Hizûr li Berlinê ye
Tişta ku bi serê Kadir de hatiye ji yên dinê cûda ye. Kadirê Enqereyî beriya hatina Berlînê ji bo karê xwe demek li Stenbolê jî maye. Dema li Stenbolê bûye dîtiye ku jiyana wir gelek zehmet e û wî gelek diwestîne. Ji ber vê yekê li ser karê xwe jî, nekaribûye baş biponije. Piştre karê xwe guherandiye. Lêbelê dîtiye ku keda ew dide vala dimîne û wî biryar daye ku were Almanyayê.
Ew Endezyarê Kompûteran e û bo vê yekê kariye bi hêsanî li Berlînê ji xwe re karek peyda bike. Yanê bi kurtasî wî di sala 2015an de destûra ji bo xebatê hildaye û di nav wan 965 kesan de cih girtiye.
Ji bo ku li Berlînê gelek kesên ji sektora karê wî hene, wî kariye li wir bistire. Kadir her çiqas ji bo hînbûn û adaptasyona rengê jiyana Berlînê rojeva Tirkiyeyê neşopandiye jî piştî hatina wî çend roj şûn de Qetlîama 10ê Cotmehê pêk hatiye. Wî gelek kesê di qetlîamê de canê xwe ji dest daye nas dikir û ji dûr ve şîna wan girtiye. Bo vê yekê derûniya wî gelek xerab bûye.
Kadir vê wêneyê li Berlînê di çalakiya Dayîkên Şemiyê yê hefteya 600. de kişandiye.
Kadir 30 salî ye, bi awayekî serbixwe wêne kişandine û demekê dirêj çalakiyên Dayîkên Şemiyê kişandine. Dema hatiye Berlinê ji rûtîna xwe dûr ketiye û ev jî bo wî bûye sedema valahiyê û dibêje herî zêde wan rojan xerîbî li wî zor hatiye. Di 6-7 mehên dawî de bi zanetî derbarê van mijaran de ti sohbetî nake. Lêbelê dîsajî derbarê bûyerên û geşedanên li Tirkiye û dinyayê de difikire û hewl dide çi ji destê wî were bike.
Kadir diyar dike ku jiyana wî ya li Berlînê gelek bi hizûr e û ji ber ew li Berlînê ye berpiryariyeke din ketiye li ser milê wî. Ew hêvîdar e ku tîştên bi serê wî û yên hevalên wî de hatine, çareser bike û ji bo siberojê plansaziyeke bi vî rengî bike. Lêbelê ew nîzane ka gelo ew ê rojek bizivire welêt an na. (VA-İK/NU/HK)
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
*Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.