*Sêwî Ermenî, Xarpût û Mezîre (Elezîz), 1921-22
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Enstîtuya Gomîdasî bi navê Kharper 2022yê dest bi projeyeke û kiriye. Ev proje ji bo sedsalya bi sedan Ermeniyên ku di Çiriya Pêşiyê ya 1922yê de ji Xarpûtê derkitine, hatiye amadekirin.
Yek ji avakarên Enstîtuya Gomîdasî, Ara Sarafianî bi sernavê "Ermeniyên Xarpûtê ji bîr nekin" derbarê projeyê de zanyariyek weşandiye û gotiye ku ew dixwazin bi Projeya Kharpet 2022yê cih û warên dêrên ermeniyan ên li bajarê Xarpûtê ya dîrokî derxin holê, Xarpûtê weke navendeke tûrîzmê bê nûkirin û ji nû ve avakirin. Her weha diyar kiriye ku bi vê xebatê, ew dixwazin bibin parçeyek ji hewldana Lîsteya Mîrateyê ya Raboriya Cîhanê ya UNESCOyê ya dewam dike.
Ara Sarafianî diyar kiriye ku wî bi rengekî nivîskî ji Waliyê Elezîzê û Şaredarê Elezîzê re behsa Projeya Kharpet 2022yê ya Enstîtuya Gomîdasî kiriye û ew dixwaze bi saziyên fermî re kar bikin. (AÖ/FD)