Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) serjimara Tirkiyeyê ya sala 2020an aşkere kiriye.
Li gorî vê, serjimara Tirkiyeyê bûye 83 milyon û 614 hezar û 362 kes. Li gorî sala 2019an serjimara Tirkiyeyê 459 hezar û 365 kes zêde bûye ki di wê salê de serjimar 83 milyon û 154 hezar û 997 kes bû.
Rêjeya serjimara mêran ji sedî 51,1 (41 milyon û 915 hezar û 985 kes) rêjeya serjimara jinan jî ji sedî 49,9 (41 milyon û 698 hezar û 377 kes) e.
Leza zêdebûna serjimarê ya salane di 2019an da ji hezarî 13,9 bû, di 2020an de kêm bûye û bûye ji hezarî 5,5.
Rêjeya kesên ku li navendên bajêr û navçeyan dijîn di 2019an da ji sedî 92,8 bûye, di 2020an da derketiye ji sedî 93yan.
Rêjeya kesên ku li bajarok û gundan dijîn jî ji sedî 7,2yan daketiye ji sedî 7an. (HA/FD)