Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fraser Instituteyê Rapora xwe ya Azadiyên Ekonomîk a Cîhanî weşand. Di rapora navborî de Tirkiye, bi 6.32 pûanan di rêza 101an de ye. Li gorî rapora heman saziyê ya 2021an de Tirkiye di nava 165 welatan de, di rêza 112yan de bû.
Sazî lê dinêre ku bê ka sazî û polîtîkayên welatan çiqas piştgiriyê didin azadiya ekonomîk. Vê nirxandinê jî li gorî 5 xalan dike ku ew ev in:
*Mezinahiya Ekonomîk a Dewletê
*Ewlehiya Sîstema Hiqûqê û Mafên Mal û Milkan
*Saxlemiya pereyan
*Serbestiya Bazirganiyê ya Navnetewî
*Regulasyon
Di encama vê nirxandinê de ji 0ê heta 10an pûanan didin welatan. Paşê jî rewşa welatan diyar dikin ku kategoriyên azad, çaryeka duyem, çaryeka sêyem û yên ne azad hene.
Pûanên ku Tirkiyeyê di warê azadiya ekonomîk de wergirtine ev in:
*Mezinahiya Ekonomîk a Dewletê: 6,65 pûan, di rêza 77an de ye.
*Ewlehiya Sîstema Hiqûqê û Mafên Mal û Milkan: 4,83 pûan, di rêza 89an de ye.
*Saxlemiya pereyan: 7.54 pûan, di rêza 109an de ye.
*Serbestiya Bazirganiyê ya Navnetewî: 6,87 pûan, di rêza 81an de ye.
*Regulasyon: 5.71 pûan, di rêza 128an de ye.
Tirkiyeyê ji sala 2002yan û vir ve di çaryeka dawî de (yên ne azad) cih negirtiye. Lê par û îsal di kategoriyên çaryeka sêyem de ye ku ev jî tê wateya hinekî azad e.
Raporê diyar kiriye ku Tirkiyeyê li gorî salên borî, di warê mezinahiya ekonomiye û saxlemiya pereyan de kêm zêde di rewşeke baş de ye lê di mijara serweriya hiqûqê û mafên mal û milkan de hewcedariya wê bi pêşketinan heye.
Di raporê de îsal Sîngapûr di rêza pêşiyê de ye ku par Hong Kong di vê rêzê de bû.
Komara Kongoyê, Cezayîr, Arjantîn, Lîbya, Îran, Yemen, Sûdan, Sûriye, Zîmbabwe û Venezûella di rêza herî jêr a raporê de ne. (EMK/FD)