Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Karvedanên derbarê êrîşa li Balafirxaneya Erbetê ya Silêmaniyê de dewam dikin.
Du li Herêma Kurdistanê, li dijî Balafirxaneya Erbetê, bi dronekê êrîşek pêk hat. Di encamê de 3 endamên Dijterora Kurdistanê can dan. CTG Kurdistan, ango Dijterora Kurdistanê, bi ser Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) ve girêdayî ye.
Heta niha kesî berpirsiyariya xwe ya êrîşî aşkere nekiriye.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yeyha Resûlî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek weşand û gûman bir ser Tirkiyeyê.
Resûlî diyar kir ku duh (18ê Îlonê) saet l iderdora 17.00ê de barafireke bêmirova a biçek ji sînorê Tirkiyeyê kete nav qada asmanî ya Iraqê û Balafirxaneya Erbetê bombebaran kir.
Li gorî daxuyaniya Resûlî “di encamê de 3 endamên dijeterorê canê xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.”
Her wiha Resûlî derbarê mijarê de got: “Ev êrîş binpêkirina serwerî, ewlehî û yekperçeyiya axa Iraqê ye û gef e li ser aştî û ewlehiya navçe û cîhanê. Li gel wê jî binpêkirina xalên yasa û pirensîpên navdewletî û rêkeftina Netewên Yekgirtî ye.
“Ev êrîşên dubare li dijî prensîpa têkiliyên baş û cîrantiya di navbera welatan de ye, lewra mafê Iraqê heye ku sînorekê ji van binpêkirinan re deyne.” (VC/FD)