Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hikûmeta Iraqê biryara xwe ya derbarê qedexekirina Telegramê de betal kiriye.
Hikûmeta Iraqê di 6ê Tebaxê de bi mahneya ku “ji bo nehêlin dokûmanên taybet ên dewletê bên pişkinandin û daneyên taybet ên welatiyan biparêzin” platforma mesajşandinê ya bi navê Telegramê qedexe kiribû.
Wezareta Ragihandinê ya Iraqê daxuyaniyek weşandiye û otiye ku bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya es-Sûdaniyî wan biryara qedexekirinê betal kiriye.
Di daxuyaniya Wezaretê de hatiye diyarkirin ku, “Piştî xwediyê şîrketa sepana navborî bersiva daxwazên saziyên ewlehiyê daye û gotiye ew ê kesên daneyên welatiyan pişkinandine diyar bikin, wan biryar betal kiriye.” (HA/FD)