Fotograf: ANHA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Artêşa Tirkiyeyê îro li ser rêya Qamişlo û Tirbespiyê wesayitek bi balafirên bêmirov kiriye hedef. Li gorî zanyariyan, Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, Alîkara Hevserokan Lîman Şiwêş û ajokarê wesayitê Firat Tûma can dane. Hevserok Gabî Şemûn jî birîndar bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê, Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê derbarê êrişa balafira bêmirov a biçek ku îro li nêzî gundê Til Şeîr ê li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo pêk hatiye de, daxuyanî daye.
Civîna çapemeniyê li pêşiya avahiya Meclisê ya li Amûdê pêk hatiye. Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê di civînê de axiviye.
"Tirkiye dixwaze pergala Rêveberiya Xweser tune bike"
Vîviyan Beho Osê diyar kiriye ku Hevserokên kantona Qamişlo Yusra Derwêş û Gabî Şemûn, alîkara wan Lîman Şiwêş bi wesayiteke Meclîsê xwestine biçin serdana saziyên Rêveberiya Xweser ên li kantona Qamişloyê. Li gorî ragihandina Osê wesayit li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo bûye hedefa balafirên bêmirov û di encamê de Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û ajokarê wesayitê Firat Tûma can dane. Hevserok Gabî Şemûn jî birîndar bûye.
Vîviyan Beho Osê diyar kiriye ku hemû armanca dewleta tirkan, “Tunekirina pergala Rêveberiya Xweser e û dema derfet dibîne hemû rêveber û endamên saziyên ku xizmeta gel dikin, hedef digirin.”
Hevseroka Meclisa Herêma Cizîrê bal kişandiye dema êrîşê ku Rêveberiya Xweser darizandina çeteyên DAIŞê ragihandiye û civîna Astanayê pêk tê û bang li hêzên navneteweyî kiriye ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. (FD)