Fotograf: AA
Haberin Kürtçesi için tıklayın
Hêzên Piştevaniya Bilez (HPB) aşkere kiriye ku wan pêşniyaza dirêjkirina dema agirbestê pejirandiye. HPB li dijî artêşa Sûdanê şer dike.
Fermandariya HPByê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku “Ji bo welatiyên welatên bira û dost, bi armanca vekirina korîdorên mirovî yên biewle û tehliyekirinan hêsantir bikin, ew spasiyên xwe ji bo hewldanên berdewamiya agirbesta mirovî peşkeş dikin û qîymetê didin van hewldanan.”
HPByê her weha spasiya DYA û Erebistana Siûdiyê jî kiriye.
Agirbest wê îro bi dawî biba
Di 25ê Nîsanê bi navbeynkariya DYAyê agirbestek ji bo 72 saetan hatibû ragihandin. Agirbest wê şeva borî bidawî biba.
Otorîteya Geşepêdanê ya Navhikûmetan a Afrîkaya Rojhilat (IGAD) duh dest bi hewldaneke çareseriyê kiriye. IGADê daxwaz kiriye ku agirbest 72 saetên din berdewam bike û ji bo guftûgoyan bikin, nûnerekî/e hêzên çekdar û yekî/e HPByê biçin Cûbayê, paytexta Sûdana Başûr.
Fermandarê Artêşa Sûdanê Orgeneral Abdûlfettal el-Bûrhanî diyar kiribû ku ew hewldanê dipejirînin. Îro jî HPByê gotiye ku ew agirbestê dijêr dikin.
Tehliyekirin dewam dikin
Zêdetirî 50 welat, welatiyên xwe yên li Sûdanê ne, bi rêya bejayî ji Etîpoypa û Misirê, bi rêya deryayê jî ji Bendera Port Sûdanê û bi rêya asmanî tehliye dikin ku Tirkiye, DYA, Çîn, Rûsya, Ingilîstan, Fransa û Erebistana Sîûdiyê hinek ji van welatan in.
Çi bûbû?
Li Xartûma paytexta Sûdanê û bajarên din, di 15ê Nîsanê de şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê û HPByê de derket.
Beriya wê di navbera Artêşê û HPByê de ji ber reforma ewlehiyê ya leşkerî nîqaş û pirsgirêk hebûn ku li gorî vê reformê, diviyabû “HPB bi temamî beşdarî nav artêşê biba”.
Wezareta Karûbarên Derve ya Sûdanê aşkere kiribû ku Serokê Konseya Serdestiyê û Fermandarê Artêşê Orgeneral Abdûlfettah el-Bûrhanî biryar daye HPByê jinav bibin û weke hêzeke serhildêr a li dijî dewletê bê pejirandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê diyar kiriye ku ji 15ê Nîsanê û heta niha 512 kes mirine û 4 hezar û 193 kes jî birîndar bûne. (AS/FD)